YPJ-Şengal'ê di daxuyaniya xwe de wiha got: "Bi bîr û baweriya ji hevala Bêrîvan wergirtî, em hemû tevlî têkoşînê bûn. Bi wê re me dît ku keçeke Êzidî dikare çiqas rola xwe di guhertina civakî de bilîze. Di meha Mijdarê de hevala Bêrîvan Şengal li warê berxwedanê, li çiyayên Herêmên Parastinê yên Medyayê tevlî karwanê nemiran bû.”

YPJ-Şengalê ji tevahiya gelê Kurd û malbata Bêrîvan re sersaxî xwest û daxuyaniya xwe bi vî rengî bi dawî kir: “Em li vir soz didin hemû şehîdên xwe ku weke YPJ-Şengal, heta dilopa dawî ya xwîna xwe em ê bibin şopdarên wan. Xeyalên Bêrîvanan neqşa rêya me ye. Sekn û jiyana wan wê rêya me ronî bike. Serê hemû Kurdistanê û jinên têkoşer sax be." 


 ŞENGAL