
Çavên wî êdî kêmronî bûbûn. Her kêliya ku derbas dibû şaneyên bedana wî dimirin û ew nêzî mirinê dikirin. Destpêkê, rojên ewilîn birçîbûn lê gelek zor hatibû. Lê êdî birçîbûn qet ne xema wî bû, bi hevalên xwe yên ku di grevê de bûn li ser pêvajoyê, bêhestiyarbûn û xemsariya derve nîqaş dimeşandin. Di koxuşê de li cihê ku 3 kes bimana ji ber bêderfetiyên dewleta Elî 9 kes diman. Lê ev rewş ji wan re qet bû ku parî jî cih firehtir bûya.
Dest bi xwendina pirtûkeke nû kiribû û bi wê pirtûkê re bi her rûpelê re deriyê bajerekî dîtir vedikir û li ser maseyê karekterên pirtûkê tevli nîqaşên wan ên li ser wêje, huner, felsefe û tewreyên din dibû. Car caran ji sohbetên li ser maseyan û ji dûyê cixareyê ku karekter di romanê de dikişandin aciz dibû û mehda wî jê dixeliya. Lê dîsa jî pirtûkeke ji bo fêmkirina zîhniyeta rojavayiyan bi kêrhatî bû. Piştre fikirî ku ji filozof û wêjekarên rojavayî jî aciz e û mehda wî ji wan jî dixele. Ma ne ew bûn ku bi çavên biçûkdîtî li civaka wî ya rojhilatî dinêrtin û bi pozbilindî fortan li ser civakên rojhilat diavêtin. Pirtûkê ji destê xwe danî û çavê wî dîsa çû ser deriyê ku li hewşê vedibe.
Koxuşa ku lê diman vedibû hewşa bêhnvedanê, lê ev zêdetirî mehekê bû ku derî li wan hatibû dadan. Rayedarên girtîgehê ji bo ku berxwedana girtiyan a ji bo azadiya gel û Serokatiya xwe dabûn destpêkirin, bişikînin serî li riyeke bi vî rengî dabûn. Nedihiştin ku girtiyên dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirine, kêliyek be jî bi saya wê hewşa ku bi qasî kefa destan bû asîmanê welatê xwe bibînin û pê bêhna xwe derînin. Belê ya ku dihat kirin dijminahiyeke nemerdane bû.
Lê ew car caran diçû ber paceyê û li wê hewşa hanê dinêrt, di kêleka dîwar de kulîlkeke biçûk vebûbû, bêhna xwe bi wê derdixist, ew kulîlka biçûk ji derzeke dîwarên sar û zexm aj û bejn dabû. Rojekê ev kulîk bi xwe bû mijara perwerdeya wan. Hevalê ku perwerdeyê dida ji vê kulîlkê mînak dabû û gotibû: “Hevalno berxwedan pêvajoyeke domdar û jiyanî ye. Heke tu çiqas bi israr bî û ligel hemû neyînî û bêderfetiyan jî berxwedana xwe bidomînî dawiya dawî digihîjî miraz û mexsedê. Ma hûn nabînin ku di qoziya vî dîwarê zexm û sar de ev kulîlka nazenîn ku bi bayên berdestê sibehan jî serdapê dilerize, kok û rehên xwe bi israr gihandiye axê û şîn hatiye. Ev mînakeke ber bi çav a berxwedana ji bo jiyanê ye. Armanca wê kulîkê ew e ku zîl bide, aj û bejn bide û silaveke bide Rojê. Ev kulîk bi silaveke bes bi silaveke ku dide Rojê hemû zehmetî, êş û cefayên ji bo wê silavê kişandiye ji bîr dike. Lê dîsa jî ew ked û xwêdana ji bo wê silavê hatiye dayîn jî wekî kodeke genetîk dikeve nav reh û tamarên wê yên ku ji axê jiyanê dimije.”
Piştî van gotinan bi çaveke dîtir li vê kulîlkê dinêrt, îlhama xwe hêz û şiyana xwe ji wê kulîlka nazenîn digirt. Lê her roja ku dibuhirî hîs dikir ku gaveke din nêzî mirina fizîkî dibe. Berî 3 rojan dema destava xwe dikir, xwîn avêtibû. Li gorî ku hevalekî wan ê li koxuşeke din ku xwendekarê tibê bû û ji ber ku dawa mafê xwe yê perwerdeya bi zimanê zikmakî kiribû ev serê 2 salan bû girtî bû, ji wan re gotibû; “heke we bi destava xwe re xwîn avêt, pêre pêre rîska xwînîbûna hinavan jî heye û di rewşeke wiha de jiyana we dikeve xetereyê û dibe ku kesê wîn avêtiye ji ber vê yekê bikeve komayê jî” van gotinan bi bîra xwe anî. Lê hêj ew çend rewşa wî xerab nebûbû. Difikirî bê ka çawa vê taqetê bi xwe re dibîne.
Li saetê nihêrî, dihat 15.00’an ew ê dîsa rahişta pirtûka xwe û bixwenda, lê nedixwest wê pirtûka ku ji aliyê rojavahiyekî pozbilind ve hatiye nivîsandin bidomîne. Ew ê bêquraliyeke bikira û wê pirtûkê nexwenda. Li cihê wê rahişt kovara hevalên wî ji girtîgeheke din jê re rêkiribûn û tê de nivîsa têkildarî berxwedana 14’ê Tîrmehê hebû xwend. Ev bi dehan caran bû ku vê nivîsê dixwend. Nivîs bîranînek bû û behsa wan berxwedêrên ceger ji pola û evîndarê azadiyê dikir. 30 sal di ser vê berxwedana ku tovên azadiyê di dil û mêjiyan de çandibû derbas bûbû lê hêj bandora xwe wekî ku îro pêk hatibe didomand. Dema ku li wan hevalan fikirî Kemal, Xeyrî, Akîf, Mazlûm, Agirê Çaran dîsa dîsa hatin ber çavên wî. Gotina nivîskarê mezin ê rûs Dostoyevskî ya ku ji bo çîroka Gogol a bi navê ‘sako’ gotibû hat bîra wî. Dostoyevskî ji bo nivîskarên rûs ên modern ango ji bo xwe û hevalên xwe gotibû ku “em hemû ji ‘sako’ya Gogol derketine.” Ew jî di ber xwe re got: “Em hemû bi saya berxwedana we gihane van rojan. Em sax ji berxwedana we derketine.”
Dîsa kûr û dûr ket nav fikr û ramanan. Dema çavên xwe digirt xwe li kêleka wan berxwedêrên 14’ê Tîrmehê didît. Nedixwest ku çavên xwe veke her kêliya ku di mêjiyê xwe de bi wan re derbas dikir hêz û moraleke dîtir didayê. Heta car caran ew çend keyfa wî dihat ku tiştên di mêjiyê xwe de dijiya bi dengekî bilind bêyî ku hayê wî jê çêbibe vedigot. Wê demê çavên xwe vedikir û li hevalên xwe yên di koxuşê de bûn dinêrt. Hinarikên rûyê wî ku îro roj ji ber birçîbûnê çilmisî bû dîsa jî sor dibûn. Lê heval lê nedigirtin, jixwe carekê li ser vê meseleyê bi hev re axivîbûn jî. Hevalekî din jî got ku ew jî car caran bi heman rêbazî tev digere û moral dabûyê. Lê ew baş pê dizanibû ku hevalê wî ji bo ew fedî neke gotibû.
Hevalên wî zêde li dorê digeriyan, bi temenê xwe biçûk bû. Belkî hêj nebûbû 16 salî jî, lê ji ber ku bavê wî jî di salên 1990’î de li Amedê bûbû yek ji bêserûşûnên bi torosa spî, dema nasnameya wî derxistibû temenê wî mezin lêxistibûn. Ew hêj nebûbû 16 salî lê li gorî nasnameyê ji 19’an roj digirtin. Hasilî hevalên di koxuşê de zêde li dorê digeriyan wekî ku ew tiliyek ragirtî be. Heval jê re digotin tu ‘Strêka Sor’ a duyemîn î. Ew jî nedixwest ku di bin vê navê giran de bipelçiqe. Dixwet bi berxwedana xwe ve bibe bersiva vî navê mezin.
Hevalên wî her tim jê re digotin Eliyê duyemîn. Helbet bela sebeb vê yekê nedigotin; ew jî şeva ku hevalan biryara çalakiya grevên birçîbûnê girtibûn, bêyî fikareke pê re çêbibe, xwestibû ku ew jî tevli çalakiyê bibe. Destpêkê heval nehiştibûn hem ji ber temenê wî, hem jî ji ber zeîfiya bedena wî li ber digeriyan. Her carê ku dayika wî dihat hevdîtinê jî tembiya wî li hevalan dikir. Heval soz dabûn dayê ku ew ê baş lê binêrtana. Lê ew bi biryar gotibû ku heke heval nehêlin jî ew ê tevli çalakiyê bibe. Hevalan piştî ku dît nabe, nikarin wî ji biryara girtiye vegerînin, ji wê demê ve navê ‘Stêrka Sor’ Elî Çîçek lê kiribûn.
Ew jî ji bo bibe layîqî vê navê ku bûye pêşengê ciwanên têkoşer, her tim bi himmet tev digeriya. Elî her tim gel difikirî û car caran ji xwe re digot bê ka çima ev gel wisa bêhestiyar bûye û ji bo azadiyê piştgiriyeke ber bi çav nade berxwedêr û têkoşerên xwe. Lê tim gotinên Serokatiyê bi bîra xwe dianî. Serokatî der barê gelê Kurd de gelek nirxandinan kiribû û ew û hevalên xwe li ser parêznameyên Serokatiyê gelek hûr bûbûn. Ji bo vî gelê ku di herka dîrokê de tim rastî îxanetê hatibû, pişt lê hatibû şikandin. Lê ew zarokên dirûst û dilsoz ên vî gelî dê bi berxwedana xwe pişt li îxanetê bişikandana. Dê di serî de Serokatiya xwe azad bikarana û dûre jî gel. Elî difikirî ku dema bigihîjin wê mexseda pîroz dê destpêkê wê kulîlka di nav derza dîwar de şîn hatiye bibe li mêrgeke fireh biçîne da ku bizrên xwe li gorî dilê xwe bireşîne.
Hevalê ku refaqatê jê re dikir wî ji nav van xeyalên xweş deranî. Dîsa dîwarên sar ên koxuşê li ber çavên wî ketin. Dûre li naverasta koxuşê nêhêrî. Heval betaniyekê raxistibûn û li serê rûniştibûn, bi çavên mişt hezkirin lê dinêrtin. Hevalên refaqatê dikirin ji wan re ava fêkiyan amade kiribûn. Li saetê nihêrî dihat 19.30’an hema hema dê nûçeyên êvarê dest pê bikirana. Çavên wî li televîzyonê ji ranzayê bi himet hat xwarê li cem hevalan rûnişt.
Hevalekî rabû dengê televîzyonê zêde kir. Di nûçeyan de pêşkêşvan digot ku dîsa bi hinceta keştî xirabe ye nehiştine ku parêzer biçin giravê û bi Serokatiyê re hevdîtinê bikin. Li Herêma Botanê gerîlayan bi awayekî hemwext avêtibûn ser gelek qereqol û baregehên leşkerî, di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de li gelek bajaran dîsa terora desthilatdariyê hebû ku bi dehan kesên di nav de zarok, jin, pîr û kal hebûn dîsa hatibûn binçavkirin.
Nûçe hêj 5 deqe bû ku dest pê kiribû cereyan qut bû. Heval bi lezgînî radyoyê derxistin da ku ji radyoyê nûçeyan guhdarî bikin. Dengê radyoyê jî bi xizexiz dihat baş jê nedihat fêmkirin. Di radyoyê de dengê jineke dihat, na na ne dengê qîrîna jinekê. Elî veciniqî gelo dibe ku şaş bihîstibe. Elî dudilî bûbû. Gelo ev lîstikekê bû ku hiş û guhên wî lê dikirin yan na? Elî dengê dayika xwe ya cefakar dibihîst. Kela dilê wî rabû lê xwe ragirt. Dayika wî digot; “ez ê sibêhê biçim ber derê girtîgehê kon vedim. Heta ku zarokên me negihîjin azadiya xwe ez ê jî li wê derê dest bi greva birçîbûnê bikim. Ez vê bêxîretiyê qebûl nakim. Zarokên me li çol û çiyayan di zor û zehmetiyên ew çend mezin de zikek têr û yek birçî canê xwe dikin gorî, zarokên me li girtîgehan ji bo ku me ji nîrê bindestiyê rizgar bikin canê ciwan parî bi parî dikin gorî. Ez dayik im. Ez ê biçim li wê derê xwe bidim erdê yan em ê bi zarokên xwe bi xizm û lêzimên xwe, bi hevalên xwe re azad bijîn, yan jî em ê bi hev re li ser namûs û şerefa xwe bi serbilindî ji mirina çavbelek re bibêjin tu bixêr hatî.”
Elî dikir ku bifiriya.Hevalên wî digotin hey em bi qurbana devê te dayê û ji keyfan bîbikên çavên wan dikeniya. Elî xwe li ser ranzayê dirêj kiribû lê nema tebat pê diket, çavên wî nediçûn ser hev, kêlî bi kêlî li saeta xwe dinêrî.
Wê şevê dayika Elî jî nizanibû bê ka dê çawa lê bibe sibeh, di dilê xwe de digot gelo berxikê min jî dengê min bihîstiye. Ev fikr bi xwe jî dikir ku dilê wê bê guvaştin. Elî nûxuruyê wê bû, dema bavê Elî birin Elî hêj 3 yan jî 4 salî bû. Dema ku li Elî dinêrt hevjînê wê dihat bîra wî. Çav û birûyên Elî li yên bavê wî çûbûn. Elî jê re hem kezeb bû hem jî sebir bû. Lê îro Eliyê çavxezal di nava çar dîwaran de ji bo wan roj bi roj ji şerbeta mirinê vedixwar.
Dayika Elî bi zeraqa tavê re ji malê derketibû û dabû ser riya girtîgeha xopan. Dayika Elî her ku dimeşiya kesên li der û dora wê zêde dibûn, yên nas, yên nenas, ciwan, zarok, jin, mêr, pîr û kal, yên ku bi kopalên xwe ve hatibûn, yên tevli bebika xwe ya di kimatkê de. Bi her gavê ku diavêtin bi dehan, bi sedan kes tevli wan dibû. Êdî berê xwe dabûn ser riya girtîgehê. Rayedar ne li benda tiştekî bi vî rengî bûn, jixweber çêbûbû, bi sedhezaran kes bir bi derê girtîgehê ve dimeşiyan Dema ku heliya miroan bi diyarê girtîgehê ket, sedhezar dev bi hev re dirûşm qîriyan. Dengek wisa berz ji girseyê bilind dibû ku leşkerên nortirvaniya klubeyên li ber derê girtîgehê dikirin klubeyan bi lez terikandin. Bi sedhezaran mirov herikîbûn ber derê girtîgehê û bi kulman li deriyê girtîgehê dixistin, dirûşim diqîriyan. Berxwedêrên di girtîgehê de jî bi dengê xwe yê herî berz dirûşm diqîriyan. Rayedarên girtîgehê têl û telefonan diqetandin lê dîsa jî li wî aliyê din ê telefonê muxatabekî peyde nedikirin. Bi sedhezaran kes li deriyê hesin didan. Derî jî êdî nikaribû xwe li ber vê lehiyê bigirta û deriyê yekem a girtîgehê bi gurmîniyeke mezin qelibî. Çavên dayika Elî ji keyfan tijî hesir bûbû, ji çavê Elî jî du dilop hêsir dihatin xwarê.
REMEZAN OLÇEN