
Hevserokê Meclîsa Rêveber a Kantona Efrînê Osman Şêx Îsa destnîşan kir ku ew ê heta dawiyê bi hêza xwe herêma xwe ji dagirkeriyê biparêzin.
Hevserokê Meclîsa Rêveber a Kantona Efrînê Osman Şêx Îsa pêşveçûnên dawiyê yên Kantona Efrînê û herêma Şehbayê, nirxand.
Hevserokê Meclîsa Rêveber Osman Şêx Îsa da zanîn ku tişta ku li Efrînê diqewime û tê plankirin komployeke navnetewî ye û koalisyona navnetewî hevparê vê yekê ye û wiha axivî: ″Li hember dagirkeriya Tirkiyê ya Kantona Efrînê û herêma Şehbayê, bêdengiya Koalisyona Navnetwî komployeke navnetewî ye.″
Xeyala wan ya Şehbayê wê têk biçe
Şêx Îsa anî ziman ku dewleta Tirkiyê ev deh roj in gundên herêma Şehbayê ku Hêzên Şoreşger rizgar kirine topbaran dike û der barê vê yekê de wiha peyivî: ″Tirkiyê li ser şêniyên wan herêman komkujiyan dide meşandin, gel neçarî koçberiyê dike û dixwaze Kantona Efrînê û herêma Şehbayê dagir bike lê xeyalên wan yên Osmaniyan wê li herêma Şehbayê têk biçinʺ.
Dixwaze parçebûnê çêke
Şêx Îsa polîtîkaya ku dewleta Tirk li ser pêkhateyên Sûriyeyê dide meşandin jî wiha nirxand: ʺTirkiyê bi alîkariya hinek komên Tirkmen, dixwaze fitnê bixe navbera pêkhateyên Sûriye û parçebûnê çêkeʺ.
Gel dê li ber xwe bide
Şêx Îsa li ser berxwedaniya gelê Efrînê li hemberî dagirkeriya dewleta Tirkiyê wiha axivî: ʺGel li hemberî dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê, li ber xwe dide. Gel êdî têdigihêje ku ew dikarin li hemberî dagirkeriya Tirkiyê, bisekinin. Gel her dem di rewşeke awarte de dijî. Her ku Tirkiyê plan dike ku bi pêş ve were, bi hezaran gel piştgirî didin hev û radibin ser xwe û destek dide Hêzên Şoreşger″.
Destdirêjiya Tirkiyê nayê qebûlkirin
Şêx Îsa got ku ew weke Rêveberiya Xweser destdirêjî û dagirkeriya Tirkiyê ya li ser Efrînê qebûl nakin û ev tişt got: ʺEm bi hêza gelê xwe herêma xwe diparêzin. Em destûr nadin ku tu kes bikeve xaka me û dagir bike. Lewre em bang li gelê Efrînê dikin ku berxwedaniya xwe bidomîninʺ
Zelal Ceger: Şerê man û nemanê ye
Endama Koordînayona Kongreya Star Zelal Ceger da xuyakirin, bi rizgarkirina Bab û Şehba hevgihandina her sê kantonên Rojava wê bibe serkeftineke mezin a dîrokî loma jî dewleta Tirk êrîşî wan dike.
Ceger destnîşan kir, ku şerê heyî şerê man û nemanê ye û bal kişand ser erîşa dewleta Tirk û çeteyên wê yên koalîsyona Sûriyeyê, ku ji bo parastina çeteyên DAIŞ‘ê li Qestel Cîndo, Marenaz ên Efrînê û gundê Um Hoş ê Şehbayê êrîşî Hêzên Şoreşger kirin.
Ceger da zanîn, dewleta Tirk û çeteyên wê êrîşên xwe yên li dijî herêmê zêde dikin û got, “Lê nikarin li pêşberî Hêzên Şoreşger bi pêş ve biçin. Herî dawî gundê Til Midîqê ji dewleta Tirk û çeteyên wê hate rizgarkirin.
Armanca dewleta Tirk
Ceger bi taybetî bal kişand ser planên qirêj ên dewleta Tirk li ser herêmê û got, “Dewleta Tirk naxwaze kantonên Efrînê û Kobanê bigihêjin hev. Ji ber vê yekê êrîşî xeta Efrîn-Ezaz-Şehbayê dike.Her wiha Ceger da xuyakirin ku armanceke din a dewleta Tirk ew e ku bi êrîşên li xeta Efrîn-Ezaz-Şehbayê re Hêzên Şoreşger ên Şehbayê yên li bin sîwana QSD’ê di dema kurt de qels bike û di dema pêş de jî bi temamî ji holê rake.
Gihiştina hev a her sê kantonan
Zelal Ceger bal kişand ser girîngiya Efrîn û Babê û anî ziman, ev herêm Ezaz, Cerablûs, Minbic, Heleb û Îdlibê bi hev ve girê didin û cihekî stratejîk e ku van hemû herêman digihîne Tirkiyeyê. Ceger têkildarî hevgihadina her sê kantonan wiha peyivî: “Her wiha ji bo birêveçûna Federasyona Rojava-Bakurê Sûriyeyê, divê yekbûna cografîk û siyasî jî çêbibe. Ev jî tê wê wateyê, ku divê xeta Ezaz-Cerablûsê ji çeteyên DAIŞ‘ê û koalîsyona Sûriyeyê bê paqijkirin. Lê ev hemû ne karekî îro yan jî sibe were kirin. Pêwîstî bi demê re heye. Bi hevsengiyên leşkerî û siyasî ve girêdayî ye.”
ŞERVÎN MUSTEFA / ANHA / EFRÎN