
li ser kendalên kevneşopan...
tu jî navê min binivîsîn,
li ser kavilên rê û newala...
Sibê wê zivistan were,
baran bibare, ey vîna min!
Navê min wê wenda bibe,
bi lehyan here,
Navê te wê her bimîne,
li van çerx û dewranan”!...
(Cubran Xelîl Cubran)
Gelekî dereng bû, lê bîst salin çavên xwe li şopa kesayeta te digerînim, mînaka te û helbira teybetmendiya kesayeta te, hêjî di rêza yekem de, di bîr û baweriya rêhevaltiya pîroz de diparêzim!
Baş dizanim, tê dîsa bêje:"Heval, tu çavên xwe tim li tiştên mukemel digerîne…" tevî ku te bi xwe jî bawer dikir, doza tekoşîna gelekî mîna gelê me, encex bi evînek kamilbûyî û kesayetek mutewazî dikare bi pêşkeve.
Tê bîra te, li ser bîranîn ên Şehîd Sefkan, min helbesta Cubran Xelîl Cubran ji tere wergerandibû, û di got: "… ez û şadî hîn zarok bûn, di gel hevdu diçûn seyranê, rojekê li qeraxên hawîrdor şer û bihevçûn diqewimîn, şadî çûbî mêlanê, min gotê şadî veger.... ji wê rojê de, şadî çû û venegerî,... êdî li serê newalê, ez her roj mezin dibûm û şadî jî hîn bi min re gul zarokek dijiya!…"
Erê rêhevala Şehîd, tu hîn jî û tê her bimîne gula Koma Berxwedan, ger çiqas cihê te nehatibe dagirtin jî, lê hevalên te ên ji cewhera dilê xwe de, ji te bi bandor bûne, her weha man girêdayî giyanê tekoşîna te û terbiye û merîfeta kesayeta te a şoreşger!....
Cara yekemîn, di 01.12/1985'an, li bajarê Mannheim a Almanya yê, min Mizgîn naskir, bi temana xwe ya ciwan û xebatên xwe ên bi rûmet, mizgîn sed carî ji temena xwe mezintir bû! Divê ku ev ne tenê nêrîna min a şexsî be, di nava civakê û gel de, kesên ku Mizgîn dinasîn, dizanin ku çawa ew kesayetek xwe bi çanda şoreşgerî, terbiye û exlaqê şoreşê xwe gihandibû! di kesayeta xwe de, cewhera çanda gelêrî, bi semîmiyeta xwe bandora xwe, li derdora xwe vedida! her wiha, çawa derdora xwe di bin bandora wê terbiye û exlaqê de bihêle, bi hemu semîmiyeta xwe, bi sekin û şêwaza jiyana xwe, wekû herdem bêje: "Hey gelê min, ez bi kesayeta xwe, bi terbiye û exlaqa xwe, berhema vê şoreşa hemdemî me! Ez vejîna Jina Kurd ya azad im, ez ji berbanga vê şoreşê, bi keda hosteyê mezin, min ji ava kehniya Apo vexwerî…" di nava hewldanên bê hempa debû.
Pêşenga xabatên hunerî
Di xebata Hunerkomê de sê-çar salan, hevala Mizgîn, rêberya xebata me ya çand û hunerê dikir, di qonaxên herî dijwar de, di nava bêderfeti û bê îmkanan de, em we ku komek rêhevalan, me hebûn û nebûn, bi hev re par vedikir. Gewhera di kesayetî û giyana vê rêhevalê de hebû, hem hunerî, hem jî civakperwerî, mîna hesinê ku bi ava pola bête avdan, hemu hêza xwe ya pîskolojîk û manewî, bi evina şoreş û xwaza ya çiyan ve girêda bû! Li ser bîranînên şehîdan bi tevayî, ewqas girêdayî û kemilî bû, êdî hemû teybetmendiyên xwe ên hunerî, ji bo wê bê wate ma bûn!...
Em hemu hevalên wê, ji kesayeta wê hînî gelek tiştên bi nirx bûn, îroj li derdorê çavên xwe digerînim, di xebata jina Kurd de, herî zêde, her tim Mizgîn Kurd tê bîra min, ew nûnera jin a Kurd a mutewazî bû. Em du salan di gel hev, di nava nîqaşên tevgêriya beşên civakî de bûn. Derbarê tevgêrkirina xebata jinê de, min aso û nêrînên wê, ji nêz ve dişopadin, bê çawa wê nirxên civakê nû dikirin, bi giyan û hestên Kurdewarî ve, bi ava evîna şoreşê dişuşt û zelal dikir! Îro bê gumane xebata jina Kurd gelekî mezin û fireh bû ye, êdî di warê idolojîk de, gelekî pêşket. Ji bo me cihê qedir û rêzgirtinê ye, lê belê, di piraniya civîn û çalekî, weşan û nirxandin ên xebata jinê de, merov zimanê dayikê, rengê dayikê, teybetmendiya jina Kurd, li hin qadan û hin caran lewaz rû dide dibîne!... Di wê gavê de Şehîd Mizgîn tê bîra min! Ew pispor û mamoste ya ku renga ji naverokê bû! Yanê, renga xwe ji naveroka bawerî û armancên xwe digirt!
Hostaya qezenckirina mirovan
Di paradigma felsefi ya Rêber Apo de, merov hîn dibe ku, di pirênsîba siyasetê de, rêbazên rêxistinî yên renga reng hene!,... di terz û şêwaza hevala Mizgîn de, şêwaza qezenc û bandorkirina girseya gel hebû. Di pêwendiyên xwe ên bi mirovan re, li nik terbiye û marîfetên xwe ên civakî, kesayeta Apoizmê, bi hostetî û dirustî temsîl dikir. Bi jin, zarok, ciwan û hemu birên mirovan re, xwidî teybetmendiya şêwaza xwazayî û semîmî bû!....
Çi gava min nirxandina vê rêhevalê kirî û pêde, bi rojan di bin bandora li xwe û ji xwe pirsiyar kirinê de, rizgar nebûme... hin caran, hin kesayetan , an jî hin mijaran, merev bi bîranîn û serpêhatiya nikare bîne ziman, Mizgîn kesayetek wisa bû ku, mirov hemu hêz û taqeta xwe ya felsefî, wîcdanî û hucreyên mirovatiya xwe tevan bikar bîne jî, têra aliyek ji teybetmendiya kesayeta wê ya şoreşger û jina Kurd ya resen nake!...
Bi yek gotinê, mirov dikare bêje; "Mizgîn, ji sedî sed, bi felsefe ya şoreşa azadiyê xwe gihand û bi wê felsefê jî, bû kehniya moral û nirxan!”.
Rêhevaltiya mînak
Mînaka rêhevaltiya hevala Mizgîn bê hemberin. Bi hevaltiya xwe ya gerim û pêwendiya xwe ya zelal, ji bo min mamoste û hosteya hevatiya resen ya tevgera me ye. Mîna ku di çapemenî û gelek munesebetan de jî, min aniye ziman, terza hevala Mizgîn, hîma şêwaza wê, ji terbiya Serok Apo girtibû ji bo wê, di xwest têkliya bi her hevalê mêr re, li ser hîma felsefa Rêber Apo be. Ji bilî vê rastiyê, bi zelaltiya peywendiyên xwe, qet bandorek cuda û çewt, li ser hevalên xwe nedihêşt.
Di Gulan a 1986'an de, li Parêsê, 22 rojan di nexweşxanê de bûm, her roj, bi rêya telefonê, agahiyên tenduristiya min, ji min distand. Mebesta wê ew bû ku, hem min hînî çanda hevaltiya resen bike, hem jî wezîfeya xwe ya berpirsiyariyê bi cih bîne.
Di Gulan a 1987'an de, piştî amedekarieyk dûr û dirêj, me dest bi xebata du albuman kiri bû. Albuma ji bo bîranîna Egîd "Ey Botan" û Koma Berxwedan-4 "Gula Cîhanê". Ji bo Mizgîn ê, ew xebata me ya hevbeş ya dawiyê bû. Gelekî bi heyecan bû, nirxandinên bi wate û bi sûd dihatin pêşxistin. Nêzî heyvekê em di studio de xebitîn. Hevala Mizgîn, hem berpirsiyar bû, hem hesabgira me bû, hem jî, di xebatên studio de, dayîka nanpêj û dayîka moralê me bû. Di nava hoyên bêderfetî de, bîr û bawerî, rêz û rêhevaltî, dibûn moral û derfetên watedar ji hemu muzîkjen û xebatkarên studio re, Rojê du caran, me xwerin peyde dikir. Wan xwerinên germ dixwarin, me jî, ya xwerina ji ber wan dima, dixwar, an jî bi kartolan îdare dikir. Lê belê, kêf û moralê me, li asta herî bilnd bû.
Di tomarkirina strana "Lê Dayê Bese Menale" de hevala Mizgîn tim got: "Dengê min lewaz maye, ka ez dubare bixwînim." Me bi pêkenokî, digot:
"Heval, ji ber ku te kertolên van Almana zêde xwerine, êdî kertolan jî, dengê te xwerine." Henek û leqirdiyên me, heroj hêza meya moralê bilind dikir. Ji bela ku komeleya me hatibû girtin, em bê cîh û war mabûn, me nedixwest bibe êvar.
Li dawiya encamdayîna xebata albûmê, qet ji bîra min naçe; Min nimûneya albumê anî, me bi hev re guhdar kir, strana "Rakin Egîdê Me Rakin" guhdar kir û bê balkişandin min dît wê rondikê çavên xwe paqij kirin. Li min zîvirî û bi heyecan got: "Heval, me karekî dîrokî afirand, tu dizane, Serok guhdar bike, ewê sedî sed tiştekî bêje."
Dibû hedefa komplogeran
Dawiya havîna 1987'an de, li ser rêxistina me ya Europa êrîşên giran rû didan.
Her weha, di nava rêxistinê de, alozî û xebatên biguman bipêş diketin. Di wan êrîşan de, hevala Mizgîn û saziya me, hedefên destpêkê bûn. Tevî ku xebata me, di aliyê fîzîkî de bi kêmasî bû jî, lê armancên êrîşkeran bê encam diman. Lê belê, di encama wan êrîşan de, aloziyên tevizandin û tevluheviyê peyda kirin.
Di heman demê de, ji ber hin berpirsiyariyên hevala Mizgîn ku di asta rêxistina Europa yê de, girtibû ser milên xwe, di wê dema hesas de, sazî û xebata me, bi rengekî ji rengan, hatibû îhmalkirin. Ev yekem car dibû alozî û pirsgirêka navbera me û hevala Mizgîn. Êdî wê demê, hevala Mizgîn got: "Êdî min biryara xwe daye, ez dixwezim dest ji xebata hunerê bikşînim." Bi rastî jî, piştî wan nîqaşên me ên giran, min bawerkir ku Mizgîn êdî nazîvre xebata berhemdayîna hunerî û hwd. Bê gumane, dûrketina wê ji xebata hunerî, bandorek neyênî li ser sazî û xebata me peyde dikir.
Di nava bîranînên hevala Mizgîn de, ji xisyetên wê bû, ku çavdêriya hemu xebatên me dikir, hêjî di arşîva min de, xebatên ku me destpêkiribûn û bi dawî nekiribûn hene!...
Heger rojekê ji min hesab bixwezin û bêjin ka te ji bo Mizgîn çi afirand, te deynê xwe daye? Bê guman wê bersiva min têrê nake. Berdewama meşa di rêya armancên wê de, tenê têrê nake. Ji bo afirandinê, ezê dîsa bi heman hestên wê, vê strana ku gelekî jê hezdikir û tê neghêşt ku bixwîne, bixwînim:
Gulek sore ji rengê xwînê,
Dil şewitî ye, bi evînê.
Derd û xemên min li ser gelekin,
Bindestiyê kes nebîne!....
Di Gulan a 1996'an de, min xwest ji bo bîranîna Mizgîn bi dengê hevalek jin vê stranê belav bikim. Tevî hemu hewildanan û amedekariyek nazik, hevala me Zozanê got, lê belê dîsa jî, bi dilê me nebû, û di wê baweriyê de me, ku layîqa hevala Mizgîn çênebû!....
Kulîlka Gulanê
Teybetmendiyek dinê ji bîranînên hevala Mizgîn, ku ez dibin bandora wê ya pîskolojîk de mayî me. Mizgîn û heyva Gulanê ye, mîna ku girêdanek wê û heyva Gulan, bi şêwazeke miterolojîk bi hev re hebe wê gelekî ji navê Gulanê hezdikir. Ew di heyva Gulanê de, bi hest, moral û zindîbûna xwe, mîna gulên buharê vedibû û geş dibû. Per wiha di heyva gulanê de jî, derket asta Pakrewanan.
Di axaftina me ya herî dawiyê bi rê ya telefonê de, Havîn a 1988'an bû, ez li Atîna bûm, amedekariyên min ên albuma Bagok hebûn, $irsiyar kir ku ka te çi amedekarî hene
Min gotê, va ye min tiştekî wisa amede kirî, ka fikra xwe li ser bêje:
Diçe adar, dibe nîsan, mizgînî li gulan,
Kehnî û robar diherkînin ava nûjiyan,
Şîn dikin darên kevnar, giyan didin miriyan,
Hemî rêyên azadiyê tên ji Kurdistan
Dîsa bi heyecan û dengekî bi bandor, got: "Dîsa gulan, gulah û gulan ha. Ka bêje te çend stran amede kirine. Ez jî, ji qada Serokatiyê zîviriyam, min 3 stranên nuh bixwe re anîne... ka çend tiştên din jî, hesabê min bike, em îsal du berheman li ser berxwedana Bagokê û Şehîdên Newrozê biafirînin."
Em hînî hunermendiya doza gel kirin
Êrê hevala Mizgîn, dizanim hemu rêyên dirêj, têra heyecana meşa te ya ber bi Azadiyê ve nekir. Em dêyndarê te û hemu pakrewanên vê dozê ne. Di baweriya min de, kesayeta hunermend, ji çend sentezên civakê û bi pîvana civakê pêk têt. Yanî divê ku kesayeta hunermend ya resen, ne kesayetek esayî be. Pêwiste kesayeteke ku awartebûn û teybetmendiyê di nava xwe de bihewîne be. Em ji kesayeta hevala Mizgîn hînbûn ku kesayeta bi teybetmendiya exlaqî, zanyarî û gelêrî, li nik teybetmendiya hunerî, dikare di rêya hunera gel de bipêşbikeve.
Yanê berovajî pêlên popilîzmê ku di vê serdema me de, bi pêşdikevin û dibêjin: "Em hunerê bi zanyarî û teknîkî baş fêrbûne, çi karê min bi exlaq û wîjdan û prênsîban heye! Ez tenê hunera xwe, ji bo xwe çêbikim."
Kesayeta hevala Mizgîn em hîn kirin ku hunermendîtiya doza gelekî bindest û têkoşer, encex bi kesayetek piralî û dewlemend, dikare destkeftiyan bi dest bixe.
Ji bo min, hem bargiraniyek e, hem jî cihê rumet û qedirdayînê ye, ku bi vê şehîda me ya mezin re, gelek tişt û nirx me parvekirine. Ez dizanim ku min nedikarî Mizgîna Şehîd, Mizgîna sembol, Mizgîna jina azad, bi temamî bînim ziman. Dîsa dizanim ku min nedikarî bistek ji dewlemendiya kesayeta wê destnîşan bikim. Lê belê rê û armancên Mizgînê, dizanim barê ser milên me hevalên wê ye.
Gulanên me jî, ji rengê Adarên me ne. Mîna ku rengê sor ji rengên buharên welatê me kêm be, qasidên jiyana azad, stêrên ezmanê netewa me, bi xwîna xwe rengên buhara Mezepotamya yê teva kirine. Bistek û gavek ji vê heyvê bê giyan nehiştine, hemu ji bo afirandina siberoja zarokên paşerojê, tijî hêvî, tijî bext û mirad, tijî fedekarî. Şehîdên Gulanê rûmeta mirovahiya me ne...
XELÎL XEMGÎN