“Pesnê xwe nede,
xezeba te ji tirsa nava te ye!
Alem pesnê xwe bi mirovahiyê, dilovaniyê, zanyariyê dide,
Tu bi şûr!”
Ev gotinên helbesta Goran Haco a ku bi muzîk û dengê Ciwan Haco belav bû, belkî karibe herî baş dewleta Tirk a îro, a doh û a pêr îfade bike. Ew di heman demê de dikare alîkar be ji bo ku em têbigihijin zilm û xezeb çima her parçeyekî desthilatdarî û awayê wê yê sazûmankirî dewletê ne jî. Ji ber wê jî divê mirov demokratîkkirin û insanîkirina dewletan dûrî hiş û eqlê xwe negire, dema li projeyên siyasî dinihêre.
Ev tirsa nava zilmkaran her heye, lewma ew desteser dikin, tepeser dikin, diziyê dikin, talanê dikin, destdirêjiyê dikin, destavêtinê dikin… Ango tişta ku dikare weke neheqiyê were binavkirin hemûyî dikin.
Sedema vê jî ne tiştekî tevlîhev e, lê pênasekirina rewabûna wê û îdîaya wê ya yekdestdariya şidetê û hêza mutleq e. Maneya vê çi ye? Dewlet weke sazûmanî û rêveberên wê rewabûna xwe yan bi erkdayîna îlahî (bi rêya xwedê yan jî dîn), yan jî bi peyveke mucered a weke “milet” rewa dike. Bi vê jî xwe ji welatiyên xwe (peyva Ingilîzî Subject di heman demê de bi maneya bende ye jî) bi awayekî diyar qut dike û li merheleyeke din bi cih dike. Pêlikekê di ser wan re ye, qonaxa wê û qonaxa welatî lê ne li ser heman tebeqeyê ne, ew tebeqeyekê (yan jî gelekan) ji welatiyên xwe bilindtir e. Çi modern û çi klasîk dewlet wisa ye. Dewlet bi her awayî bi vê sedema rewabûna xwe dibe xwediyê îdîaya yekdestdariya şidetê û hêza mutleq. Ango dewlet dikare bi darê zorê welatiyên xwe bigire, şidetê li dijî wan bi kar bîne û heta bikuje. Ev jî hem ji bo dewletên modern û hem jî ji bo yên klasîk wisa ye.
Li ser vê rewakirinê di serdema modern de ji Hobbes û Kant heta bi Marx û Hegel gelek fîlozofan jî serê xwe êşandiye. Îro li ber destê me lîteratureke pirr fireh a gotara li ser vê mijarê heye. Ji bo welatiyan û mirovên ku weke “subject”ên van dewletan tên qebûlkirin, di pencere û awira rizgarîxwaziyê re mirov binihêre karekî bivênevê ye ku vê yekdestdariya dewletê bişkîne, bikaranîna şidetê sînordar bike û wê demokratîk bike; ne bi tenê ji bo pirraniyekê lê belê ji bo mafê hebûn û bipêşketine her nasnameya heyî çi pirr û çi hejmarkêm.
Jixwe, hingê belkî ne tenê bi nezera desthilatdaran, lê belê di nezara giştî de jî rewabûnek ji hebûna dewletê û yekdestdariya wê re peyde bibe, qet nebe heta radeyekê. Ji ber vê jî nimûneya li dinyayê heyî ya herî girîng û krîtîk, Şoreşa Rojava û Sîstema Federaliya Bakurê Sûriyeyê ye. Ew hem li nava xwe derfetên pirrengiyê, derfetên astengkirina desthilatdariya dewletê diafirîne û hem jî ji bo forma federal a Sûriyeyê jî vê pêşniyaz dike û hewl dide bide pêkanîn. Serketina vê tecrûbeyê weke nimûneyeke ku dewletê ji wan tebeqeyên jor bîne nava milet, bike ku karibe bi rastî hesab bide û hem zilma wê û hem jî xezeba wê sînordar bike, wê bibe nîşana dewletdariyeke nû ku wê ji bo miletan azadiyê jî serxwebûnê jî watedar bike. Ji ber wê jî ji dewletdariya AKP û Erdogan re, ji dagirkeriya wan a axa Rojava û Bakurê Sûriyeyê re, ji destwerdana wan a vîna gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê re bi hêsanî bi gotinên Goran Haco dibêjim, “Pesnê xwe nede, xezeba te ji tirsa nava te ye!”