Pêngava Çaremîn a Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê bi lez didome. Pêr piştî nîvro li gundê Hemrat ê li bakur-rojhilatê Reqayê şerê dijwar di navbera şervanên QSD û çeteyên DAIŞ de derket. Di encama şerê ku tevahiya rojê domî de gundê Hemrat ku 5 km li bakur-rojhilatê Reqayê dikeve ji çeteyan hate paqijkirin.

Di şer de 15 çete hatin kuştin û komek çeteyên ku dixwestin hawanên xwe li cihekî bilind deynin, tevî maşîneya wan hatin îmhakirin. Termê 5 çeteyên  kete destê şervanan.

Piştî Hemrat şervanan berê xwe dan gundê Medar. Li gund heta derengiya şevê şer bi dijwarî dewam kir û di encam de gundê Medar jî ji çeteyan hat rizgarkirin.

Hefteya dawî rewşa heyî

Pêngava Çaremîn a Xezeba Firatê ku 11`ê nîsanê dest pê kiribû, di 23`ê Nîsanê de ji bo demeke kurt hatibû rawestandin û di 9`ê Gulanê de jinûve dest pê kiribû. Di hefteya dawî de ji ber pêşveçûna şervanan di nexşeya Reqayê de guhertinên girîng çêbûn û şervanên QSD’ê gihiştin ber deriyê bajarê Reqqayê.

Rojên borî, şervanan li bakur-rojhilatê Reqayê kergeha pembû girtin û mesafeta navbera şervanan û bajêr daket 3 kîlometreyan. Navbera gundê Hemrat û Reqayê 5.8 km, ji gundê Xirbet Xan 8 km, ji mezraa Rafia 12 km, ji gundê Endelûs 18 km, ji gundê Safsafah a rojhilatê Tebqayê 29 km, ji gundê Cirka yê girêdayî Keramê 15 km ma ye.

DAIŞ`ê tedbîrên parastinê zêdetir kirin

Her ku şervan nêzî Reqayê dibin guhertin û zêdebûna tedbîrên parastinê yên çeteyan zêdetir dibe. Li gundên di nava 10 rojên dawî de hatine rizgarkirin diyar dibe ku çeteyan ji deverên berê rizgarbûne zêdetir mayin çandine.

Di encama xebatên li gundên rizgarkirî de di nava 10 rojan de 300 mayinên çeteyan hatin bêbandorkirin. Lê tê gotin ku hîn jî li gund û mezrayan, li ser riyan bi sedan mayinên çeteyan hene. Li aliyê din her ku şervan nêzîkî bajarê Reqayê dibin tê dîtin ku çeteyên DAIŞ`ê tedbîrên xwe yên parastinê zêdetir kirine. Li hawirdora gundan ji axê çeperên mezin çêkirine, bin malan kolandine, qenal û tûnelên ku gelek deriyê xwe hene çêkirine.

Êrîşên çeteyan têk çûn

Şervanên QSD`ê hewildana êrîşa çeteyan a li ser gundê Hemrat vala derxistin, maşîneyek bombebarkirî û maşîneyek doçka 23.5 imha kirin. Çeteyên DAIŞ`ê bi çekên giran û maşîneyên bombebarkirî hewil dan êrîşî gundê Hemrat a ku duh êvarî hatibû rizgarkirin bike. Şervanên QSD’ê zû bi hewildana çeteyan hesiyan û li herêmê şer derket. Di encama bersivdayîna şervanan bi çekên giran de, maşîneya bombebarkirî ya çeteyan hat îmhakirin. Her wiha maşîneyek çeteyan a ku doçka 23.5 li ser barkirîbû hat îmhakirin. 



 NAVENDA NÛÇEYAN