Hemleya Xezeba Firatê ya ku Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê ji bo rizgarkirina Reqayê 5´ê Mijadarê dabû destpêkirin, di roja xwe ya 12’an de ye.
Pêşketina şervanên QSD´ê ji bereya Eyn Îsayê dewam dike, şervanên Xezeba Firatê doh li vê eniyê 2 kîlometroyan bi pêş ve çûn. Di encama vê pêşketinê de 3 gundik hatin rizgarkirin. Her wiha Girê Damir jî ji çeteyan hat paqijkirin.
Girê Damir 16 km dikeve başûrê bajaroka Eyn Îsa.
5 gund û gundikekî din rizgar bûn
Nûçegihanên ANHA´yê yîn ku bereya din a Eyn Îsayê dişopînin, dan zanîn ku şervanên QSD´ê li aliyê wan jî, gundên Cimcim û El-Meşhed jî di nav de 5 gund û gundikekî 7 kîlometroyan li başûrê Eyn Îsa ji çeteyan rizgar kirine.
Odeya çalakiyan a Xezeba Firatê pêr bi civîneke çapemeniyê bîlançoya şerê 10 rojan ragihand û da zanîn ku hêzên wan 34 gund, 31 gundik û 7 girên stratejîk tevî stasyonên av û elektrîkê ji çeteyan rizgar kirine. Bi vê yekê re erdekî firehiya wî bi qasî 550 kîlometroyên çarçik jî ji bejahiya Bakurê Reqayê ji çeteyan rizgar kirine.
REQA