
Dewleta dagirker a Tirk li Amedê careke din rûyê xwe yê rêş nîşan da. Pêr li Amedê hêzên dagirker ên Tirk kêlên şehîdên Kurdistanê bi hinceta sembolên li ser wan guherandin. Li gorî agahiyên berdest, bi fermana Serdozgeriya Amadê tîmên dewleta Tirk ên taybet bi çekên xwe yên giran bi ser goristana ‘Yenikoy’ a li Amedê de girtin. Di dîmenên ku li ser medyaya Tirk hatine weşandin, diyar dibe ku hêzên Tirk bi gelek wesayîtên zirxî ev yek kirine.
Ev wêne jî yek ji kirinin pêr e ku kêla Mahmut Bulakê bi fîşeka polîsan li Amedê di 16 saliya xwe de hatibû qetilkirin, tê guherandin.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku beriya niha gelek caran dewleta Tirk kirinên bi vî rengî li gelek cihan kiribûn. Di nav van kirinan de ji texrîbkirina goristanan heta rûxandina camî û malên ceman jî hebûn.
AMED