Li bajarê Elmanyayê Frankfurtê karîkaturên hepsiyan xêzkirî, hatin nîşandan û heman pêşangeh doh çû Duisburgê. Di pêşangehê de 70 karîkatûrên 20 hepsiyan tên nîşandan û hemû jî bi awirê xwe li azadiyê dinihêrin.
Pêşangehe karîkaturan a li ser azadiyê ya bi navê “Xêzên ji dîwaran û wêde” li bajarê Elmanyayê Frankfurtê hat nîşandan û piştî wê jî berê xwe da bajarê Elmanyayê Duisburgê. Rêveberê projeya pêşangehê, parêzerê mafê mirovan û nivîskar Adil Okay e.
Projeya pêşangehê “Ji dîwaran û wêde” karîkaturên hepsiyan xêz kirî ji nava hepsan derdixe û li derve nîşan dide. Koma “Görülmüştür” (Hatiye dîtin) proje amade kiriye. Peşangeh, kesên wê dibînin, ber bi muhasebeyeke derûnî ve diajo. Di beşa panelê ya pêşangehê de kesekî demeke dirêj di hepsên Tirkiyeyê de maye, behsa girîngiya şandina ji hepsiyan re ya name û kartan kir.
Yek ji armandên Koma Görülmüştür ew e ku bibîr bixe, dewleta Tirk jî divê li gorî Qaîdeyên Hepsan ên Peymana Mafê Mirovan a Ewrûpayê tevbigere. Jixwe dewleta Tirk ev peyman sala 2006´an îmze jî kiriye. Adil Okay got, ji bo pêşangehê bi xwe, tevî koma Görülmüştür ew qederê 4 mehan xebitîne û karê organîzekirina pêşangehê jî yê wî ye. Okay di dewamê de wiha peyivî: “Me hewl da xwe bigihînin xêzkerên di hepsê de. Di nava 4 mehan de 20 tenê li me vegeriyan. Di dawiya 4 mehan de qederê 70 karîkaturî li cem me kom bûn. Xisleta vê pêşangehê çi ye! Min got, karîkaturên li ser temaya azadiyê yên nû yên nehatine weşandin xêz bikin. Ji ber wê temaya karîkaturan hemûyan azadî ye. Yanî me xwest tevî tecrîdê jî hepsî nîşan bidin hepsî fikran hildiberînin û dîwaran qul dikin. Li Tirkiyeyê elaqe gelek bû. Niha jî em hatin Ewrûpayê. Bi zena min, em gihiştin armanca xwe.”
Kitêba ji hepsê hat qedexekirin
Adil Okay da zanîn ku kitêba ji karîkaturên hepsiyan wan çêkirî, wan ji hepsan re şandiye, lê du hepsan ev qedexe kiriye. Wî got, ne ya mirov têbigihiyê ye, ka çawa karîkaturên ji hepsê bi mohra “hatiye dîtin” dikarin derkevin, weke kîtab nekevin hundirê hepsê, û ji ber vê jî wan doz biriye dadgeriyê. Di dema panelê de Adil Okay çar nameyên hepsiyan jî xwendin. Yek ji van jî Seyît Okay e. Ew li hepsa Tokat T´yê ragirtî ye, heta niha ji hepsê 8 kitêb nivîsandine û di pêşangehê de jî karîkatûrên wî hene. Ew jî di nabmeya xwe de dibêje, Hepsa Tokat T´yê kitêba ji karîkaturên hepsiya qedexe kiriye û nehiştiye bikeve hepsê.
Hevgirtin serketinê tîne
Li ser navê Yeni Kadinê jî di panelê de Hulya Onur peyivî û wê jî xasma bal bire ser zextên li ser jinên hepsî. Wê got, ji bilî zextêîn rûtîn, “Li hepsanêrişên li dijî bedana jinê jî hene.” Wê bal bire ser siyaseta zextê ya li Ewrûpayê jî, behsa xala qanûna ceza ya Elman a 129a û be´yê kir, dioza li Munchenê û doza li dijî Zozan G.´yêî jî wê bi bîr xist. Wê got, di daoza Zozanê de jî eşkere bûye, heger hevgirtin hebe, pê re serketin jî heye. n FRANKFURT