• Mamoste Dîn: Mesela jiyana siyasî ya li wargehê, nîzama wargehê ya her ferdî dihewîne, sîstema meclîsan û tesîra wê ya darîçav li ser jiyana her ferdekî. Êlegzeran jî hewl da hin tecrûbeyên weke van di asta cihî de pêk bînin.
BARIŞ BALSEÇER Li bajarê Lavrion ê qederê 60 kîlometroyan dûrî paytexta Yewnanistanê Atînayê du wargehên penaberan hene û li wan 600 penaber dimînin. Pirraniya Kurdistaniyên li wargehan Kurdistaniyê ji Bakur û Rojava ne. Meqamên Yewnan ti alîkariyê bi wan re nakin û ew bi piştgiriya şoreşgerî li ser piyan dimînin. Niha rewşa li wargehan ji ber pandemiya koronayê xirabtir bû. Qedexe ye ku penaber biçin navenda tenduristiyê ya bajêr jî. Şaredar jî li şûna alîkariyê organîze bike, gefên girtina wargehan dixwe. Serê vê salê şoreşger û çalakgera jin a Fransî Mamoste Dîn, berê xwe da wargehê, li wir bi penaberan re peyivî û kitêba xêzan a bi navê “Ne pas mourir comme des chiens” (Nemirina mîna kûçikan) nivîsî û weşand. Ev kitêba bi awayê xêzeromanê, behsa jiyana li wargehê dike û beşek jî xisûsî ji jinan re hatiye veqetandin. Di xêzeromanê de desteka penaberan ji tevgera Êlegzerên li Fransayê jî heye. Kurdan navê wê kiriye Mamoste Dîn Gava behsa xwe dike dibêje, “ez nivîskareke ciwan a xêzeromanan im; Fransî me. Niha navê min ê nivîskariyê Mamoste Dîn e. Mirovên li Lavrionê min dersa xêzkirin û gravuran dayî wan, ev nav li min kir.” Ew bi xwendina dîrokê bi ser Tevgera Rizgariya Kurd ve bûye. Gava ku lêkolînan dike li ser tevgerên gerîla û înternasyonalîstan, tecrûbeyên weke şerê navxweyî yê Spanyayê, ew Tevgera Kurd jî nas dike. Bi gotina wê “Da ku em li civaka em di navê de serwext bibin, divê em tevgerên antîkapîtalîst û şoreşger ên cihê nas bikin.” Rêwîtiya wê ya ber bi Lavrionê û çêkirina xêzeromanê, bi pêşniyaza hevalekî wê yê teza xwe ya mastirê li ser wargeha Lavrionê nivîsîbû, dest pê dike. Gava diçe wargehê gotinên pêşî hîn dibe, “Tu dîn î” û “Doktor li ku ye?” ne: “Piştî ku min ev gotin qenc ji ber kirin, ez ber bi mirovên pêşî derketî pêşiya min ve beziyam û min gotin. Piştî hingê her kesî ji min re got Mamoste Dîn. Ji min re digotin mamoste, ji ber ku min atolyeyeke gravurê çêkiribû li wargehê û dersên gravurê didan. Ji ber ku gotina min a pêşî bi Kurdî dîn bû, navê min werê ma Mamoste Dîn.” Tiştên bala wê zêde çûyî ser, lê dixwaze mirov ji xêzeromanê bixwînin, gelek in, lê mesela didu meşa mirovan li hewşê, geh bi sohbet û geh bê axaftin tenê bi cixarekêşanê, geriyana li hewşê ji bîr nake. Ew ê hînbibûna ku ev adeteke ku wan di salên hepsê de bi xwe re anîbû vir jî. Wekî din ew dibêje, “Li wargehê gelek çay tê vexwarin û cixare tê kêşan. Kî pêşî pakêta xwe derêxe, cixara xwe îkramî herkesî dike. Heman tişt ji bo çayê jî lê ye. Ew çendê, mirov digot qey bêhna çay, şekir û cixarê ji her kesî tê.” Nexasim dostaniyê Gelek tiştan tesîr lê kiriye, mesela “nexasim dostaniyê. Ev mirovên ku min ew nas kirin, gava ku carinan dixwazin resmekî kesekî ji mala wan yan jî kesekî jê hez dikin, yan jî bibîranîneke me ya hevpar xêz bikim, pirr kêfa min tê. Ewa ku mirov hê jî li hev dipirse û hev ji bîr nake, hesteke pirr xweş e.” Ew referansên bi sembolan ên li kampê ne li gorî Fransayê binirxîne jî, li gorî wê rêxistina li wargehê ji bo komên çepgir ên li Fransayê dikare bibin pratîkên ew ji xwe re bikin armanc: “Mesela jiyana siyasî ya li wargehê, nîzama wargehê ya her ferdî dihewîne, sîstema meclîsan û tesîra wê ya darîçav li ser jiyana her ferdekî. Êlegzeran jî hewl da hin tecrûbeyên weke van di asta cihî de pêk bînin.” Lê ew jî dizane, ne Êlegzer û ne jî komên çepgir ên şoreşger ne di wê astê de ne ku “weke PKK’ê radîkal û hevgirtî tevbigerin.” Çi kêm û çi zêde dewlet hemû zalim in Wê di xêzeromana xwe de hin paraleliyên di navbera Êlegzeran û wargehê de danîne: “Têkoşîn esas di daxwazan de digihîjin hev. Li Fransayê şidet kêm e, lê dîsa jî ka çawa dewletên kapîtalîst hewl didin çalakgeran krîmînalîze bikin, dişibe hev. Hin dewlet kêm hin zêde şidetê bi kar tînin. Hin gelekî hin hindikî xwedî civakên nijadperest, homofobîk, û baviksalar in. Lê esasên wan ên aborî û siyasî yek in. Fransa jî weke Tirkiyeyê mêhtingeriyê li ser civakê ferz dike, civakî sil û hawî dike, û azadiya ferdan desteser dike.” Piştgiriya jinên penaber Li gorî wê jinbûn jiyanê li wargehê jî zehmet dike: Jinên min li wargehê nas kirin, bi pirranî bi malbat û zarokên xwe re hatibûn. Di şertên wiha zehmet de beşdariya jiyana wargehê zehmet e, yanî beşdariya jiyana siyasî zehmet e. Li ser biryarên li wargehê hemûyan mafê vetoyê yê meclîsa jinan hebe jî, gava ku wexta wan jinan nebe ku li ser rêxistina siyasî bifikirin, hingê zêde qîmetê vî mafê vetoyê jî namîne.” Li odeya ew lê jineke bi bar hebûye, ya ku ji ber qanûna Dublînê, Elmanyayê ew vegerandiye Yewnanistanê. Hevjînê wê bi xwe li Elmanyayê maye: “Ew tenê û penaber bû. Mala xwedê ava li wir her kes pişta hev digire. Jinan xwarina wê çêdikir, alîkariya wê dikir. Wargeha Lavrionê di nava wargehên penaberan de yên min dîtî û heta di nava hemû mekanên neqanûnî yên jiyana hevbeş de jî dikare weke mînak bê nîşandan. Heta, belkî jî yekane cih e ku ji bo jinan ti tehlûke lê nîne. Têkiliya kolanan, polês û sîstema hiqûqê bi jinan re timî cinsiyetperest e û di ser şidetê re ye. Min navê beşekê ji xêzeromana xwe kir ‘jin’. Di vê beşê de behsa bûyereke tacîzê tê kirin a ku li wargeheke din qewimiye. Meclîsa Jinê kesê tacîzker dadgeh dike û ez vê xêz dikim.” Li ser înternetê bi Fransî peyda dibe Ew dixwaze bi xêzeromana xwe li cem xwîner hayilbûneke siyasî peyda bike: “Ez dixwazim bibêjim, têkoşîna şoreşger herkesî elaqedar dike û ev li Fransayê jî lazim e.” Ew hêvî dike xwîner xêzeromana wê biecibînin. Xêzeromana wê jî di ser înternetê re mirov dikare peyda bike û dîjîtal bêpere bixwîne: https://visionscarto.net/ne-pas-mourir-comme-des-chien