
Xêzkar û şêwekarê Îtalî Michele Rech wekî navê Zerocalcare tê nasîn sala borî çûbû sînora Kobanê û hin karikaturên wî ên derbarê Kobanê de di kovarên Îtalyî de hatibû weşandin, xêzaroma wî ya bi navê “Calling Kobane” wê meha di Nîsanê de ji weşanxaneya BAO ve derbiçe.
Şêwekar û xêzkarê Îtalî Zerocalcare, salîn borî, ji bo piştgiriya Kobanê çû Pirsûsê û li wir bû şahîdê êrîşên çeteyên DAIŞ’ê. Zarocalcare piştî ji Pirsûsê vegerî li Îtalya têkoşîna şervanên Kurd bi karikaturan vegot û karîkaturên wî eleqeyek mezin dîtin. Niha jî Zerocalcare bi xêzeromana “Calling Kobane” derdikeve pêşberî xwînerên xwe. Li ser malpera weşanxaneya Îtalî BAO da zanîn ku xêzeromana Zerocalcare bi tevî xêzeromanên din wê meha Nîsanê derbikeve. Weşanxaneya BAO li ser malpera xwe berga xêzeromana “Callin Kobanê” weşand û ji bo pêşdîtîna xêzeromanê çend rûpelên vê bi şopînerên xwe re parve kir.
100 hear nusha bên çapkirin
Her wiha weşanxaneya BAO da xuyakirin ku berga xêzeromana “Calling Kobanê” ji alî Zaerocalcare ve hatiye sewirandin û rengdayîna vê jî ji alî Alberto Madrigal ve hatiye çêkirin. Weşanxane da zanîn ku xêzeroman ji bo vegotina berxwedana Kurdan ya li herêma ku ji alî sê dewletan ve hatiye parçekirin, pêşkeşî şopînerên xwe dike û naveroka xêzeromanê ji gernameyên Zerocalcare pêk tên.
Weşanxaneya BAO da zanîn ku xêzeroman ji raporên ku Zerocalcare ji bo kovara International re çêkiribû dest pê dike -ên ku di Çileya 2015’an de di kovara International de weşiyabû- û bi çavderiyên şerê YPG/YPJ ê li Serêkaniyê li hemberî DAIŞ’ê hat dayîn, dewam dike. Weşanxane destnîşan kir ku 100.000 nusha bên çapkirin.
Zerocalcare ki ye?
Şêwekarê Îtalyanî Zerocalcare di sala 1982’an de li bajarê Îtalya Arezza tê dinê. Ji bo li ser înertnetê tevlî sohbetek bibe diviyabû navekî hilbijêre vê gavê jî di televizyonê navê alavekî paqijiyê ê bi navê “Zarecalcare” tên guhên wî û vî navî hildibijêre û piştre jî di hunerên xwe de vî navî bi kar tîne.
Di 2001’ê de di cîvîna G-8 a ku li Genova pêk hat de dest bi xêzkirina karikaturan dike û di weşan û saziyên alternatf û çep de pîşeyê xwe pêk tîne. Di 2006’an de xêzeromana xwe ya ewil “GeVsG8” derdixe û piştre jî ji weşanxaneya BAO’yê xêzeroma “Kehanet” derdixe û ev roman eleqeyek mezin dibîne. Her wiha Zerocalcare gelke xelat wergirtiye di warê xêzkariyê de.
Zerocalcare di Cotmeha 2014’an de diçe Pirsûsê û têkoşîna şervanên Kurd a li hemberî hoviyiya DAIŞ‘ê û alikariya dewleta Tirk ji nêz ve dişopîne.
NAVENDA NÛÇEYAN