Janet Biehl ku weşanger û wergêreke Emerîkî ye, nexasim jî bi weşandina berhemên li ser xeta hizra Bookchin navdar e. Beriya demeke kurt li Reqa û Tebqa bû. Biehl wekî din hez dike li deverên diçiyê resman xêz bike. Li Reqqa û Tebqa akademiyên jinan xêz kirine. Di vê resmê de em akademiya jinê ya li Reqa dibînin. Ji bo resmên xwe ew akademiyan dide nasîn: ”Li her du bajaran akademiyên jinan hene, hîna nû hatin avakirin da ku destekê bide jinên Ereb ên 15 ta 50 salî ´da ku zanibin ew kî ne´ û  bibin welatiyên çalak. Di van dewreyên 20 rojî yên qişleyî de, ew fêr dibin xwe bi xwe bi hêz bikin, dîroka jinê nas dikin û gelek tiştên din. Ev xezkirin, ya roja mezûnbûnê ya dewrekê ye li Reqayê ku bi deham jin beşdarî bûbûn; wê kêliya ku malbatên wan yan jî hevjînên wan hatin wan bibin malê. Cihê dilxweşiyê ye ku komên alîkariyê wê hebin da ku bi hev re alîkariyê bikin û jiyana wan a li malê biguherînin.” 

 

  FRANKFURT