Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê yek ji dengbêjên Kurd ên girîng Xidirê Omerî, di encama enfeksiyona giran de jiyana xwe ji dest da. Omerlî ku li Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê dihat dermankirin li ser wesiyeta wî li gundê lê hatiye dinê hat definkirin.
Xidir Omerî ku ji eşîreta Omerî bu di sala 1932’yan de li gundê Hebise yê Nisêbînê hat dine. Omerî heta 30 saliya xwe şivantî dikir, bi klamên di dema şivantiyê de digot hat nasîn.  Li derdora Nisêbîn û di nava Kurdên li Stenbolê  de Omerî bi klamên xwe bi nav û deng e. Omerî ku bi îmkanên kêm jî qaset derxistin, piştî darbeya 12’yê Îlonê di sala 1981’an de hat girtin û li Girtîgeha Amedê rastî îşkenceyê hat. Omerî ku di klamên xwe de darbeya 12’yê Îlonê jî vedigot gelek caran hat girtin û berdan. Ji ber zextan malbata Omerî mecbûr man ku koçberî Stenbolê bikin. 

MÊRDÎN