DAIŞ êdî têk diçe, li bereya  bakurê Baxozê qederê 200 çeteyan ku zêdetirî wan ji welatiyên Asiya û Tirkiyê ne, û qederê 300 sivîlan û malbatên çeteyan xwe radestî şervanên QSD´ê kirin.

DIYAR EHMO / ANHA/ DÊRAZOR

DAIŞ`a ku tevlîhevî li hemû cihanê çêdikir, îro têk diçe. Li Baxozê di navbera şervanên QSD´ê û çeteyên DAIŞ´ê de şer dawam dike. Doh piştî şervanên QSD`ê operasyonên eskerî li ber bakurê Baxozê rawestand li aliyê bakurê Baxozê derdora 200 çeteyan ku zêdetirî wan ji welatiyên Asya û Tirkiyeyê ne û qederê 300 sivîlan û malbatên çeteyan, xwe radestî şervanên QSD´ê kir.

Cihê dawî yê DAIŞ`ê

Di şeva 1`ê  Adarê de, Hêzên Sûriya Demokratîk ku hemû Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji çeteyên DAIŞ`ê ji Kobanê, heta Minbic û Reqa heta gundên Dêra Zorê rizgar kirin, pêngava dawî ya qonaxa “Şerê Tinekirina Terorê” ragihand. Ew pêngav di heman demê de dawî ya hemleya Bagera Cizîrê bû, ji bo rizgarkirina gundê Baxozê, cihê dawî yê DAIŞ`ê.

DAIŞ`a ku qadeke mezin li Sûriyê û Iraqê dagir kir û Dewleta Islamê ya Iraq û Sûriyê (DAIŞ) ragihand, îro li gundekî piçûk li ser qiraxa çemê Firatê têk diçe. Gundê Baxozê, gundekî piçûke, bi zorê li ser nexşerêya Sûriyê xuya dike. Îro jî nav û dengê wê li tevahiya cihanê belav bûye. Li wî gundî bûyerên dîrokî diqewimin.

   

Bi sedan sivîl azad kirin

Di hefteyên bihurî de QSD´ê ji bo rizgarkirina sivîlan operasyonên eskerî rawestandin da ku rê veke li pêşiya çeteyên ku bixwazin xwe radestî şervanên wan bikin. Sivîlên ku çeteyên DAIŞ`ê ew weke mertalên zindî bi kar dianîn jî di nav de, bi hezaran sivil hatin rizgarkirin. Her wiha gelek Êzîdîyên di êrişa li dijî Şengalê de ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve hatibûn revandin jî ji zilma DAIŞ´ê hatin azadkirin.

Cihan li benda mizgîniyê ye

Tîmên taybet ên girêdayî QSD`ê sivîl û malbatên çeteyan ji herêmê derxistin û birin cihên ewle ku tevî 200 endamên çeteya DAIŞ´ê bêhtirî 600´î bû. Li wir jî lêgerîna li ser wan û lêkolînê dest pê kir. Endamên çeteya DAIŞ´ê û sivîl ji hev hatin cudakirin, û tedbîrên ewlehiyê derheqê çeteyan de girtin. Şer ber bi dawiyê ve diçe, xeyalê DAIŞ`ê yên xîlafetê hilweşiyan, DAIŞ êdî têk diçe. Cihan hemû li benda mizgîniya têkçûna DAIŞ`ê ye ku wê QSD ragihîne.