Ev salek û nîve li Sûriyeyê aloziyek tê jiyîn. Hin kes ji vê yekê re dibêjin aloziya rêjimê û tenê çareseriya di çûndina rêvebiriya Şamê û Serokomar Beşar Esed de dibînin. Hin kes jî tenê çareseriyê di avakirina dewletek îslamî ku hîma xwe ji şîdetê digire dibînin. Lê di esasê xwe de her du nêrîn jî, ne modela çarseriya ji bo gelê Sûriyeyê û rojavayê Kurdistanê ne.  

Piştî mudexeleya Dewletên Yekbûyî yên Emerikayê (DYE) ya Iraqê, di sala 2003'an de, cara yekê li beşekî Kurdistanê herêmeke federal a Kurd hate îlan kirin. Îlankirina herêma federal a Kurd cara yekê, pêngava guhertina nexşeya peymana “Skyes Picot” bû, ku di sala 1916'an ve hatibû danîn.
Her çiqas îlankirina herêma federal ji aliyê hêzên derve ve weke serxabûnê dihate binav kirin jî, lê ev ji bo gelê Kurd nedihate weteya serxwabûnê. Ji ber ev herêm bi hemû dahatiyên xwe yên ser erd û bin erd, bi hikûmeta navendî ya Iraqê re girêdaye. Dîse di warê zagonî de jî her çiqas Makeqanûna herêma Kurdistanê hebe jî, lê di warê zagonî de, tişta ku herêma Kurdistanê bi navikê ve bi Baxdayê girêdide heye.
Ji ber vê her çendî di bingeha xwe de, destnîşankirina nexşeya herêma Kurdistanê, pêngaveke ber bi vala derxistaina peymana “Skyes Picot” be jî, lê di esasê xwe de, zihniyeta serdest a nexşeya herêmên federal nîşan daye, xwe ji ramana netew-dewletê xilas nekiriye. Ji ber vê li şûna herêma federal, ger serxwebûna Kurdistanê jî li Iraqê bihata îlankirin jî, wê çareseriya pirsgirêka Kurd çareser nebuya. Ji ber zihniyeta sermeyadarî nekarî xwe ji berjewendiyên xwe, xwe parzên bike. Bêyî ku berjewendiyên gelan li ber çavan bigire, li gor pergala xwe nexşeyan xêzdike û navê federal li wan datîne. Ne destnîşankirineke rast ya çareseriyê bi xwe re her roja ku diçe qeryaneke cihangerî bi xwe re peyda dike.
Di vê çarçoveyê de herêmên federal ku bi navika xwe ve bi hikûmeta navendî ya Bexdayê ve girêdayî, çareseriyê ji gelê herêmê re nahîne, berovajî vê dibe belaya serê civakê.
Helbete Iraq di warê Jeopolitik û dîrokî ve, ji Tirkiyê cûda ye. Lê belê pirsgirêka herdu welatan eynî pirsgirêke. Zihniyeta înkarê yek zihniyet e. Divê weteyên de, pergala ku rêçên xwe li ser tunebûna gelê Kurd afrandiyê, ne federalîzm qebul dike, ne jî Xweseriya Demokratîk. Di dema borî de, zihniyeta Bass’ê çibû, îroj jî zihniyeta AKP’ê jê cûda nîne. Tenê tişta hatiye gohertin, şert û mercên cihanê û têgiştin gelê Kurd a ji tekoşîna azadiyê re ye.
Tekoşîna azadiyê ya gelê Kurd di 34 salê xwe yên dawî de buhara xwe ya herî geş jiyan dike. Pergala Konfidralizma Demokratîk ku weke siwana civakê pênase dike, di sala 2005 an de hatibû îlankirin. di qonaxa xwe ya çaremîn jî, tevgera azadiyê “Xweseriya Demokratîk weke modela çareseriyê xistiye rojeva raya giştî. Bêguman îlana Konfîdralîzma Demokratîk û Xweseriya Demokratîk di siya serê rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan û qehramanên vê tekoşînê ye û asta gelê Kurd giştiyê layiqî vê pêngavê ye.
Weke me li jorê jî dest nîşan kiriye federalîzm û Xweseriya Demokratîk du tiştên ji hev cûdane. Weke têgîn jî ne heman tiştin. federalîzm tê weteya dewlet di nava dewletê de, du îdareyên û du rêvebiriyên cûda, yek li ser hesapê yê din xwedî berjewendiyên hevbeşin. Her çendê di Fedrazîma herêman de zagona xweser jî hembe, lê di bingeha xwe de pergala federalîzm li Iraq’ê li ser esasê dabeşbûna netewan hatiye afrandin. Di naveroka xwe de pergala dewleta netew li ser bingeha cûda xweziyê tê bi rêvebirin.
Her çendê Xweseriya Demokratîk jî bingeha xwe ji hebûna netewan digre jî, lê weke pergal cûdaye ji federalîzim. Di federalîzm de pirsgirêka civakê te hênardin(sevk) hikûmeta navendî, yanê dema hêza herêmê ji bo çarseriyê nebe, wê demê mafê hikûmeta navendî heye dest bavêje pirsgirêkê û li gor xwe çareseriyê dane. tişta ku niha di navbêra Herêma Kurdistanê û hikûmeta malekî de tê jîyan kirin jî eve.  Lê di Xweseriya Demokatîka pirsgirêk di nava herêmê de, li gor makanîzmeya rêvebiriyên herêmî ku hatiye avakirin û tê çareserkirin. Yanê di Xweseriya Demokratîk de pirsgirêk nayên hewlekirin ji bo tu merciyan.
Xweseriya Demokratîk pergaleke afrînêre ya civakê ye. Hêza yekemîn civake, bê civak tu weteya Xweseriya Demokratîk nîne. Parastina civakê û dabîn kirina aboriya hevbeş a civakê esas digre. Dîplomasî xwesere bi perensîb û çanda demokratîk dike bingeh.   
Xweseriya Demokratîk hêza xwe ya manawî ji pergala xwe ya serbixwe digre. Aliyekî din ya ku Xweseriya Demokratîk, ji federalîzmê cûda dike, pergala perwerdê ye. Perwede di Xweseriya Demokratîk de, hêmana xwe ji civaka xwezayî digre. Rêbaza xwe bi xwe avadike, aliyê erênî di dîroka mirovahiyê de esas digre. Bi sîstema akademî û dibistanê arternetîf, hindekariya xwe dike.
Dema mirov cûdabûna di navbêra federalîzm û Xweseriya Demokratîk ber çavan digre, hîn bêhtir Rojavayê Kurdistanê, nêzî çareseriyê dibe. Ji ber rewşa Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê, ancax vê modela Xweseriya Demokratîk hembêz bike. Rojavayê Kurdistanê ji bo Xweseriya Demokratîk amede ye. Şert û mercên vê yekê heye. Dervehî modela Xweser a çareseriyê fikrandin di bêçareseriyê de îsrare.