Xirabreşk a li Rihayê, wekî kevintirîn navenda îbadetxaneyî ya dinyayê tê nirxandin û 12 hezar salî ye, niha xwe amade dike ku ku bikeve lîsteya esasî ya Mîrateya Çandî ya Cîhanê ya UNESCO´yê.

Perestgeh nîşana wê yekê ne ku mirov fikra mucered bi pêş dixin. Fikra mucered jî bi bipêşketina civakî ya mirovan re xwe dide der. Nimûneyên vê yên herî kevin ên tên zanîn jî li Kurdistanê hatine dîtin û yek ji van jî girê Xirabreşkê û bermahiyên neolîtîk û mezolîtîk ên li vî girî ne. Ev devera li gundê Xirabreşk ê Rihayê 18 kîlometroyan dûrî navenda bajêr e, û cara pêşî sala 1963´yan lêkolînerên ji zanîngehên Chicago û Stenbolê di dema lêkolîna serzemîn de pê hisiyan. Li girê Xirabreşkê kolana arkeolojîk ev 53 sal in dewam dike.

Navenda perestgehan a herî kevin 

Xebatên kolana arkeolojîk ji sala 1995´an û vir ve bi awayekî hevpar ji aliyê Înstîtuya Elman a Arkeolojiyê ya li Berlînê û Muzexaneya Rihayê ve tên birêvebirin. Di kolanê de kevirên tîk çikandî yên mezinahiya wan 3-6 metroyî û giraniya wan jî 40-60 tonî hatin dîtin. Li ser kevirên bi teşeyê tîpa “T”yê fîgurên heywanên berî hatine neqişandin û niqirandin. Ev kevir wekî gloverên çapa wan 8 ta 30 metoryî û wekî çargoşeyan li cem hev hatine rêzkirin. Ji bilî wan peykerên mirovan jî hatin dîtin. Yek ji van peykerên mirovan jî 65 santîmetroyan dirêj e û qederê 12 hezar salan kevin e.

Sibata 2017´an dikeve lîsteya esasî

Xirabreşk bi van xisletên xwe yên dîrokê beriya bi 5 salan kete lîsteya demkî ya Mîrateya Cîhanê ya UNESCO´yê; niha çav li rê ye ku Xirabreşk meha Sibata sala 2017´an bikeve lîsteya esasî ya UNESCO´yê.

Xirabreşk par di civînên Foruma Aborî ya Dinyayê yên li bajarê Swîsre Davosê hatibû danasîn û gelek bal kişandibû ser xwe. Ew di lîsteya malpera înterenetê de ya li Emerîkayê weşanê dike ya bi navê Insider a 30 mekanên beriya mirinê mirov divê wan bibîne, di rêza duyem de hatibû nîşandan. 



NAVENDA NÛÇEYAN