Heskîf a xwedî herî kêm dîrokeke civaka insanan a 12 hezar salî ye. Niha av dide ser wê, tevî bedewiyên wê hemûyan. ji bilî berhemên dîrokî û şikeftên hezarên salan bûn star ji mirovan re, xwezaya wê jî stara bi sedan cûreyên zindiyan bû.

Ji berhemên dîrokî yîn bajêr, Mizgefta Eyyubî, Tirbeya Zeynel Beg û Hemama Artuklu ji Heskîfê rakirin û birin li cihê “Heskîfa nû” danîn; qut ji dîmenê xwe yî xwezayî û tevahiya peywenda wan manedar dike. Ji ber wê jî hem ev yek û hem jî bi avê dana ser Heskîfê mirov dikare weke xiyateke li mirovahiyê şirove bike; me jî nekarî li vê mîrateya xwe xwedî derkevin.

 

 MA/ÊLIH