Bozan Tekîn: Divê ti kes alîkariyê ji dewleta Tirk re neke. Şûrên wan tûj neke, çekên wan xurt neke. Divê civak di nava xwe de sîxûran nehewîne.
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Bozan Tekîn li ser êrişên dewleta Tirk ên li Kurdistanê û tevna sîxûriyê ya li Kurdistanê, bi taybetî li Başûrê Kurdistanê axivî û got; “Bila kes nebêje va me Mam Zekî û heval Helmet şehid xist, wê ev doz xilas bibe. Berovajî wê hê xurtir bidome.”
Tekîn di axaftina xwe de bal kişand ser bûyerên dîrokî û di vê çarçoveyê de qala peymana Lozanê kir û got: “Peymana Lozanê, peymaneke wisa ye ku Kurdistan hat perçekirin û pê Kurd tine hat hesibandin. Di vê peymanê de yek peyv jî Kurd û Kurdistan tine ye. Mirovek tê kuştin an jî dimire. Di cihekî de vedişêrin û jêre dibêjin mezel û li serê jî îşaretekê datînin, mina kevirekî dibe lê navekî xwe heye. Filan kes li vê derê ye. Dema ku mirov ji bo ruhê wî duayekî dixwîne, mirov carekî din navê wî dibêje. Peymana Lozanê peymanekî wisa ye ku bi rastî, jêre dibêjin faîlî meçhul, yên ku hatine lêdan kî/ê ye? Yên ku hatine kuştin jî kî/ê ye? Ne diyar e. Weke ku çû, em dizanin qatilê Kurdistanê Lozan e. Dagirkeriya Tirk jî li ser vê xwe ava kir. parçeyek herî mezin ji dagirkeriya dewlet Tirk re hiştin.”
Ji xeta Rêber Apo ditirsin
Tekîn piştî şiroveya hûrûkûr a dîrokê, li ser bûyerên îro diqewin rawestiya û tirsa îro ji xeta Rêber Abdullah Ocalan û fikra wî ya neteweya demokratîk destnîşan kir û got: “Xeta Rêber Apo di nava Ereban de li Rojava û Iraqê belav dibe û dixwazin pêşî li vê bigirin. Niha tevahî armanca wan ew e ku pêşiya vê bigirin. Ne tenê di milê aborî û siyasî de, di aliyê çandî de jî dewleta Tirk bi rêzefilmên xwe li ser televîzyonên Başûr serweriya xwe ya çandî pêk tîne. Li Şengalê heval Zekî, li Başûr jî heval Helmet li pêşiya xwe asteng dîtin. Ji ber vê sedemê êrîşî her du hevalan kirin.”
Divê kes xwe nêzî xiyanetî nekin
Tekîn diyar kir ku şerekî man û nemanê tê meşandin û anî ziman ku dewleta Tirk a tengav bûye û di çiravê de maye, hewl dide xiyanetê bixe nava Kurdan. Tekîn di vê çarçoveyê de got: “Hêviya berxwedanê dixwazin lewaz bikin. Divê ti kes alîkariyê ji dewleta Tirk re neke. Şûrên wan tûj neke, çekên wan xurt neke. Ewên rastiya berxwedanê nizanin bila di pozisyona xiyanetê de jî nebin. Tişta ku em ji van her du şehadetan derxînin ev e. Heke piştgiriya me nakin bila piştgiriya dewleta Tirk jî nekin. Divê xwe ji pozîsyoneke xiyanetê derxin. Heke heta îro nizanin divê ji vir şûnde bizanibin.”
Çareserî yekîtî ye
Tekîn ji bo hebûneke xwedî îrade ya Kurdan îşaret bi yekîtiyê kir û got:”Çare yekîtiya gelê Kurd e. Hin kes ji vê bê hêvî bûne. Ewqas tê gotin Konferans û Kongre çênabe. Divê em vê pirsê jî bikin. Ev çend sedsal in ev tê gotin; parçebûna ku çêbûye pir tişt ji me biriye.”
Tekîn di roja îro de xeta Rêber Apo û projeya wî netewa demokratik weke çare destnîşan kir û got: “Di vê xetê de gelek berdêl hatin dayîn. Em ê hîna bidin, ew ên di rêka heval Zekî û heval Helmet de meşiyan, em jî rêwiyê wê xetê ne. Bila kes nebêje va me Mam Zekî û heval Helmet şehid xist, wê ev doz xilas bibe. Berovajî wê hê xurtir bidome. Wê Mam Zekî û heval Helmet hîn zêdetir bibin.”
ANF / BEHDÎNAN