Ji bo Elewiyan, bi taybetî jî Kurdên Elewî Rojiya Xizir dest pê dike.

Tê gotin ku; Xizir Nebî ji bejiyê, Xidir Êlyas jî ji deryayekê tên li kêleka avê hevdu dibînin. Piştî vê rasthatinê sê rojan bêyî xwarin û vexwarinê bi hevdu re muhbeta jiyan û evînê dikin. Paşê Xizir Nebî xêr û nûra xwe dide bejiyê û li rûyê cîhanê jiyan dest pê dibe. Xidir Êlyas jî xêr û nûra xwe dide deryayê û jiyan hingê di ava derya û çeman de jî dest pê dibe...
Gorî çîrokê; ev rasthatina Xizir û Xidir Êlyas li dawiya meha çileyê û destpêka meha reşemiyê (sibat) pêk tê. Ji ber ku di van rojên beriya Xizir û Xidir Êlyas bi xêr û bereketa xwe li reşahiyê û di deryayê de jiyanê bidin destpêkirin, tiştek nexwarin e û venexwarin e; civakên xwedî baweriya Elewîtiyê jî di van sê rojan de tiştekî naxwin û venaxwin; yanî Rojiya Xizir digirin...
Tê bawerkirin ku; di vê demê de, ji bo herkes ji halê kesên di nava zor û zehmetiyê de dijîn fehm bike û alikarî û piştgiriyê bidin hevdu; Xizir rojekê bi kincên kesekî feqîr li xwe kirî, rojekê mîna kesekî sêwî û rojekê jî mîna kesekî hêsîr xwe dide xuyakirin.
Xizir hevalê kesên mazlûm, xizan û yên di nava zor û zehmetiyê de ne ye!.. Xizir ronahî ye, rindî ye, xweşî ye, evîn e, dilşadî ye!.. Xizir xêr û bereket e!.. Xizir afirînerê wekhevî, azadî, rizgarî û piştgiriyê ye. Xizir rêber e, rênîşanvan e, pêşeng e, dost û heval e!.. Ji ber vê yekê jî; ji kesên dikevin nava zor û zehmetiyê re tê gotin; “Xizir hevalê te be!”, “Xizir te biparêze!”, “Xizir mirazê te bîne şunê!..”
Rojiya Xizir ji hêla Elewiyan, gorî rewşa hewa û şert û mercên cuda heta navîna sibatê di rojên cihê cihê de, lê sê rojan li ser hev tê girtin. Heta ku roj here avê tiştek nayê xwarin û vexwarin. Kurdên Elewî bi hilhatina rojê ve li kevir û darên derdorê xwe niyaz dikin; yanî ji bo nas û merivên xwe û hemû însanan xêr û xweşiyê dixwazin.
Li gorî kevneşopiya Elewîtiyê piştî rojiya Xizir cem tê lidarxistin û sema tê gerandin. Elewî têne cem hev, ji bo her malê ronahî, ji bo keç û xortan miraz û ji bo civakê jî azadî û dilşadî tê xwestin... Tirb têne ziyaret kirin, li wir çira tên vexistin. Herkes diçe mevandariya kirîvên xwe. Her çiqas sermahiya zivistanê hebe jî, diherin kêleka ava golekê an jî çemekî ku li wê herêmê wek aveke pîroz tê qebûlkirin, jê re dibêjin Gola Xizir, loqme û niyazê (xwarin) belav dikin. Û bawer dikin ku ‘Xizirê bi hespê xwe yê boz’ wê ji nava kefên spî yên avê derkeve û bazde. Li Dêrsimê ev kevneşopî li kêleka Çemê Munzurê tê lidarxistin.
Di dema rojiya Xizir de di nava civakê de hestên piştgiriyê, wekheviyê û hevaltiyê derdikeve pêş. Herkes tiştên xwe bi hevdu re parve dike û helwesta xwe ya li hemberî cîranên xwe, civak û xwezahiyê careke din di ber çavan re derbas dike. Qilêr û gemarê ji ser xwe davêje û xwe him xuyayî him jî derûnî pîr û pak dike...
Di çîrokeke din de jî tê gotin ku; roja şeşê ya meha gulanê Xizir Nebî û musahîbê (kirîv) wî Xidir Êlyas li bin pelên guleke sor rûdinin û bahsa rindiyê, xweşiyê û evînê dikin. Paşê jî radibin, Xizir berê xwe dide bejiyê û Xidir Êlyas jî berê xwe dide deryayê. Herdu jî ji her tiştan re dibin can û evîn...
Bila Xizir bi xêr were. Xizir roniyê bîne mala we û mala me giştan. Ji ocaxê tu kesî kevir û ji çavên tu kesî hêstir nebarin. Xizir aştî û azadiyê bîne welatê me û hevalê me Kurdan be!..