Didu ji zarokên Êzîdî ku QSD´ê ew rizgar kirin jî, Dilbirîn ê 10 salî û birayê wî yê piçûk Qedîm e. Qedîm di qeydiya dîmen ji bo peydekirina malbata wî de dibêje ew ji gundê Herdel ê Şengalê ye. Beriya bi pênc salan dê, bav û 4 zarok DAIŞ´ê ew revandine. Ew nizane ka çi ji dê û bavê wî û xwişk û birayên wî yên cêwî hatiye.
Ezidipressê doh di ser hesabê xwe yê twitterê re da zanîn ku ji wan hatiye ku xizmeke Dilbirîn bibînin. Ev xizma wî keçapeke wî ye ku di çarçoveya bernameya taybet a ji bo jinên DAIŞ´ê revandî de li Elmanyayê dimîne. Di heman daxuyaniyê de Ezidipress xema xwe parve dike ku wan nekariye zanibin ka çi ji dê, bav û xwişk û birayên cêwî yên Dilbirîn û Qedîm hatiye. Di dîmenê wî yê parvekirî de, Dilbirîn dibêje, “DAIŞ´ê em di hepsê kirin. Nehiştin em bi Kurdî bipeyivin.”
NAVENDA NÛÇEYAN