1’ekemîn Kongreya Tenduristiyê a Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) di 26'ê Çile de li Salona Şanoyê a Şardariya Bajarê Mezin pêk hatibû. Di salona pankartênên “Kijan tendurustî; tendurîstiya xwezayî tendursitiyek çawa? Bi azadbûnê bî azadkirinê. Bi kêre tenduristî? Bî jinê re, Bi xwezeyê re, bi kedê re. Ji bo kê tenduristî? Ji bo domdoriya ekosistemê” hatibûn daliqandin. Di kongreyê de Prof. Dr. Gençay Gursoy, ji Zanîngeha Yildiz Teknîkê Prof. Dr. Beyza Ustun, doktorên ji Herêma Federal a Başûrê Kurdistanê, Serokê berê ê Yekitiya Tabîbên Tirkiyeyê (TTB) Erîş Bîlaloglu, Sekretera Giştî ya SES’ê Bedriye Yorgun, Hevseroka KCD’ê Aysel Tugluk, Endamê Meclisa Dayîmî a KCD’ê Edîp Yaşar jî di nav de li herêmê û ji Tirkiyeyê bi dehan delege tevlî kongreyê bûbûn.

Piştî kongreyê Doktorê Pispor Zekî Gul yê Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Îzmîrê û Serokê TTB'e yê berê Erîş Bilaloglu, der barê xizmeta zimanê zikmakî de ji ajansa me DÎHA' re axivîn. Serokê TTB'e yê berê Erîş Bilaloglu, xwest xizmeta tenduristiyê bê pere û bi zimanê zikmakî bê dayîn. Bilaloglu anî ziman ku ji ber li herêmê xizmeta tenduristiyê bi zimane zikmakî nayê dayîn pirsgirêkên mezin derdikevin û mafê mirovan ên tenduristiyê tên binpêkirin. Bîlaloglu anî ziman ku xizmeta tenduristiyê mafê her mirovan e û divê her mirov sûdê ji vî mafe xwe bigirin.
Bilaloglu, xwest ku mirov ji hemû xizmeta ku pêdiviya wan heye sûdê bigirin û wiha got: "Divê doktor bi ziman, dil û mejî nexweşan fam bike. Ji bo vê yekê jî divê karibe bi hêsanî bi zimanê zikmakî bi nexweşan de têkeve têkiliyê. Divê hemû astengiyên li pêş xismeta tenduristiyê bên rakirin. Divê berî her tiştî astengiya pere, ziman ji holê bê rakirin.

Mafê tenduristiyê binpê dibe

Doktorê Pispor Zekî Gul yê Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Îzmîrê jî diyar kir ku xizmeta ku bi zimanê zikmakî neyê dayîn binpêkirina mafên tenduristiyê ye û wiha got: "Xizmeta ziman mafê mirovan e. Divê xizmeta tenduristiyê neyê binpêkirin. Ji bo xizmetek baş divê bi zimanê zikmakî xizmet bê dayîn. Têkiliyên doktor û nexweş pir girîng in. Divê baş ji hev fam bikin. Ji bo vê yekê jî divê bi zimane hev zanibin. Divê nexweş karibe bi hêsanî bi zimanê zikmakî derdê xwe û nexweşiya xwe bê ziman. Ji ber vê yekê xizmeta zimanê zikmakî pir girîng e. Ger ku xizmeta tenduristiyê bi zimanê zikmakî neyê dayîn mafê tenduristiyê yê mirovan tê binpêkirin. 

DÎHA/AMED