
Februniye Akyol Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê li Tirkiyeyê yekemîn şaredara bi eslê xwe suryanî ye. Akyol, diyar kir ku bi modela hevserokatiyê re li her qada jiyanê jin û zilam dibin xwedî heman derfet. Akyol got ku wê kooperatîf, akademî û komeleyên jinan ava bikin û got, Em ê jinê hem di pergala rêveberiyê de hem jî di ya hilberînê de bi zilam re bînin heman astê. Em ê hişmendiya serwer a zilam bi vî awayî bişkînin.
'Emê zêdetir biçin çolterê'
Akyol Şaredariya Nisêbînê, di aliyê rêveberiya bi gel re wek mînak nîşan da û got, "Em ê hîn zêdetir biçin çolterê. Ji bo zewicandina zarokên keç, destdirêjiya cinsî, tecawiza li hember zarokan ji holê rakin em ê di Malên Jiyanê yên Jinan de atolyeyan vekin. Di van qadên jiyanê de aktîvîteyên civakî, kurs û derfetên piştgiriya derûnî pêş bixin. Di aliyê ewlekariyê heta sozeke berbiçav neyê dayîn em ê jinên rastî şîddetê tên, radestî malbatan nekin.”
Akyol diyar kir ku ji bo Mêrdînê rewşeke taybet heye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ez suryanî me. Ligel nûnertiya suryaniyan a ya gelên din jî dikim.”
Ji bo wekheviyê têkoşîn
Akyol têkildarî navendên ziman ên wê vekin jî anî ziman ku her tişt di ziman de veşartiye û wiha axivî: "Divê ziman neyên tunekirin. Li Mezopotamyayê nasnameyên me wek objeyeke turîzmê hatiye bikaranîn. Erê, Mêrdîn di nav bajarekî turîzmê de di nav xwe de gelek ol, ziman, çand û gelan dihewîne. Mêrdîn ne tenê ji kevirên pêk tê. Di hundirê wê de ruhek heye. Ji bo berdewamkirina wî ruhî wê xebatên me hebin.”
Akyol destnîşan kir ku wê bi jinên rastî destdirêjiya cinsî tên re hîn zêdetir eleqedar bibin û wiha dawî li axaftinên xwe anî: "Di têkoşîna azadiya Kurd de, bi têkoşîna azad û xweser a jinê em hatin vê astê. Di rêya ku rêhevalên me têde jiyana xwe ji dest dan de em dimeşin. Her wiha em ê navên nirxên xwe yên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane li park, bexçe û kooperatîfên me ava kirine bikin.”
'Sûryanî wek objeyeke bikar anîn'
Akyol anî ziman ku bi dirûşmaya, "Bi rêveberiya Cewherî ber bi Nasnameya Azad” tevlî hilbijartinan bûne û bi paradîgmaya Demokratîk, Ekolojîk û Azadîxwaziya Cinsiyetê wê xwe bi rê ve bibin. Akyol di vê mijarê de wiha axivî: "Dema em dibêjin xweserî, em behsa îlana dewletekê, parçeyekî cuda yê axê yan jî parçebûnê nakin. Berevajî, 'Xweseriya Demokratîk' hêmanê yekîtiyê ye. Suryanî heta roja me ya îro wek objeyeke turîzmê hatin bikaranîn. Em wer dan naskirin. Vaye cemaeta suryaniyan, kêmnetewetiya suryaniyan ku mafê kêmneteweyan jî nedan me. Em dibêjin ku em ne kêmnetewe hêmanên eslî yên van xakan in. Gelê Kurd, ermenî elewî, êzidî û em ne objeyek in. Lewma em xweseriya demokratîk ango tam demokrasiyê dixwazin.”
ENGÎN EREN/DÎHA/MÊRDÎN