Keça Kurd Yasemîn Aşvan a li bajarê Almanyayê Frankfurtê dimîne, ji dêûbavên Kurmanc ên devera Mereşê jî be, paşê fêrî Kurmanciyê bûye. Piştî ku fêrî Kurmanciyê jî bûye elaqeya wê ji zimanên din re jî çêbûye. Yasemîn bi naskirina xelkên ji Îranê li bajêr fêrî Farisî jî dibe. Bi vê paşxana zimanan jî rêwîtiyeke seyr dide ber xwe: Xoresan.
Yasemîn ji ber nêzîhevbûna devoka Kurdên Xoresanê û yên devera Mereşê, tevî ku di warê coxrafî de yek li derveyî Kurdistanê li Rojhilatê Îranê ye û ya din jî li kenara Bakur-rojavayê Kurdistanê ye, dibe xwedî elaqeyeke taybet ji bo Xoresanê û Kurdên deverê. Îsal dawiya meha Gulanê jî karî vê mirada xwe bi cih bîne.
26´ê Gulanê Yasemîn diçe Xoresanê û paşê diçe bajarên, navçe, gund û zozanên Xoresanê û li van deveran têkiliyan datîne bi xelkê deverê re. Yasemîn diçe Meş(h)ed, Bojnurd, Şîrvan, Kelat, Kuçan, Bacgiran, Dewletabad, Deregez û Yûsifxanê.

‘Ka gelo Ocalan bernedan?‘
Yên ku herî zêde tesîr li Yasemîn kirin koçerên Kurd in li Xoresanê. Ew diçe zozanên eşîra Bîçaranlu (êla Sînaiyan) û yên li çiyayê Memed Begê (nêzîkê Kuçanê, zozanên eşîra Qaramanlu). Yasemîn dibêje, koçer ji şêniyên gund û navçeyan di warê Kurdewarbûnê de resentir in. Diyar e, ew hêsantir di Kurmnaciya wan jî gihaye. Ji bo wê balkêş ku koçer li van deveran êdî konên reş hew bi kar tînin û weke damanan, her tim li heman deverê li heman cihî konên xwe vedidin. Koçeran gotiye, konên reş havînan pirr germ in û ji ber wê konên nû yîn bej yan jî spî vedidin. Herçî zimanê dan û stendinê û jiyana li zozanan e, hîna Kurmancî ye. Di nava pezê wan de yekrengî heye, ango bi tenê mîh di nav pez de ne. Ew ji şîrê mîhan penîr û mast çêdikin û li bazarê difiroşin. Herçî mast e, kesek her hefte carekê tê çiyayê Memed Begê, zozanan koçerên Qaramanlu û mastê wan dibe li bazarê difiroşe. Ji bilî vê, koçer hem ji bo xwe û hem ji bo firotinê di meşkê de nivişk çêdikin. Aliyekî din ku kiriye Yasemîn wan “resentir” bibîne ew e ku ew li gorî xelkê gundan serbesttir û di warê cil û bergan de jî Kurdewartir in. Yasemîn li vê zozanê şahidî kiriye li berbirê ku mêran dest pê kiriye hiriya 800 mîhên xwe bibirin. Jixwe ev hirî jî yek ji wan çalakiyên aborî ye ku koçer pê debara xwe dikin.

Behna çaya anux dîsa xweş e
Li vê zozanê, piştî ku pê dihisin Yasemîn bi eslê xwe ji Bakurê Kurdistanê, jinan ji Yasemîn pirsi, “ka gelo Abdullah Ocalan bernedan”. Ev jî dike ku Yasemîn bifikire koçer bêhtir elaqedar in bi bûyerên siyasî yên elaqedarî Kurdan û Kurdewartir in. Helbet cil û bergên wan ên Kurdî ku dikin Yasemîn wan bişibîne pîrika xwe jî dike ku ew bi Yasemîn xwîngermtir diyar bin. Lê koçer ji jiyana modern bêpar nînin: êdî hêstirên wan nînin, bi erebeyan diçin û tên. Li kaniyan jî nagerin û li dûv kaniyan konê xwe jî bar nakin, tankerên avê dijî dikin û nêzî konên xwe datînin. Li van zozanan koçerên Kurd giyayê bi navê anux berhev dikin û dema çaya xwe çêdikin vî giyayî jî di nav didin. Çaya bi vî giyayî jî bîhna xwe belav dike û ya rastî diyar e hem zozanê û hem jî dilên mirovên hazir in dagir dike. Ji ber wê jî mirov dikare tankera avê, erebeyên motorîze ji bîr bike û çaya anux vexwe.

Daweta Kurdan a bê govend!
Yasemîn muzîkjenekî herêmî yê li Xoresanê yê bi navê Îbrahîm Yûsivî nas dike; û Yûsivî jêre behsa gundê xwe Dizawendê dike. Dizawend nêzî navçe Kuçanê ye û li gund xelkê ji eşîra Qasqanlu dimînin. Yûsivî bi vî hawî Yasemînê dike şahidê daweta xwarziyê xwe. Lê ev dawet jî ne bi yek zava û yek bûkê ye: ya li gund diqewime cot-dawetek e, bi du yava û du bûkan. Ya herî zêde kiiye ku Yasemîn metel bimîne ew e ku li di dawetê de govend nehatiye gerandin. Civata dawetê weke ya mêr û jinan ji hev cihê ye, lê belê ev herdu civat jî hev dibînin û bi bend yan jî perdeyên fizîkî ji hev nayên qutkirin.
Govend nîne lê reqseke bi desmal a ku dişibe awayê reqsê yê devera Mereşê ku kesên ji govendê veqetiyayê li hember hev direqisin. Herçî înstrûman in, deholek piçûk heye,  nifşekî zirnê yê bi navê qoşme û orgeke elektronîk hatine bikaranîn. Ji bilî van înstrûmanan di muzîka deverê de tembûra bi navê dotar jî cihê xwe digire. Dan û goşt yan jî birinc û goşt li Xoresanê jî xwarina dawetê ye, lê êdî tu kes şerbetê çênake, li şûna wê vexwarinên şerbetî yên modern ên bi kola yan jî lêymûn û pirteqal sifreyên dawetê dagir kirine.

‘Bûk ne mihim e‘

Yasemîn dema li bûkan dipirse, xalê yekî ji zavayan Îbrahîm Yûsivî dibêje “ne mihim e”.  Yasemîn di cot dawetê de çav bi yek bûkê jî nakeve. Lê belê şahidî li hin adet û rêûresman dike ku hîna di nava civaka Kurd a Xoresanê de dimînin. Xelatên dawetê li ser sehniyan yan jî sifreyên piçûk heta bi meydana dawet lê, tên anîn. Cilûbergên zavayan jî li ser heman tepsiyan tên anîn û zava di nava civatê de cilûbergên xwe diguherin. Piştî vê jî xelkê dawetê zavayan li ser kolîkê heta bi meydana dawetê û holika reqsê dibin. Şabaş li vir jî ji adetan e; û nexasim jî zava û xizmên wan şabaşan didin reqsvanan.

Gund û bajar  

Li vî gundî û li gundekî din ê deverê Layîn e xanî bi pirranî ji kerpîçê ne. Di nava gund de rêyên çêkirî (çi bi asfalt û çi bi keviran) nînin, rêyên ku gundan digihînin navçe û bajaran çêkirî ne. Herçî xelkê gundan in, wisa tesîr li Yasemînê kirine ku nisbeten li gorî navçe û bajaran bêhtir Kurdewar bin jixwe bi pirs û peyvên xwe jî elaqeya xwe ya li Kurdistanê eşkere dikin. Aliyekî din jî peyivîna bi KUrmancî li gundan jî hîna heye, tevî ku li navçe û bajaran zimanê bi giranî pê tê peyivîn Farisî ye. Ji bajaran nexasim jî Meş(h)ed ji ber tirba Îmam Riza (li gorî şîîtiyê îmamê heştan e) cihekî pirr tûrsîtik e û xelkê tên serdana bajêr jî bi pirranî heciyên şîî yên ji deverên cihê yên Îran, Iraq û Azerbaycanê ne. Ji qewlê Yasemîn ve diyar e ji vî bajarê ku şêniyên wê Tirk, Kurd û Faris in, pêjna Kurdî nayê.

ÇUXE

Yek sporên ji rêûresmê yên Kurdên Xoresanê jî afra(gulaşgirî) ye ku li vê deverê ji ber rengê xwe yê taybet jê re “çuxe” tê gotin. Ev afra li holikeke fereh li misabeqeyan vekirî ye. Di van misabeqeyan de mêr êlegekî li xwe dikin ku navê wî çuxe ye. Jixwe ev êleg navê xwe li vê afrayê dike. Xoresanî jî bi kelecaneke mezin li dora van holikên taybet ên çuxeyê dicivin û li misabeqeyan temaşe dikin.



LUQMAN GULDIVE