Li ser hest û helbestên xwe Uyar da zanîn ku ew her tim şopdarê berxwedana gelê Kurd û rojnamegerên bêtirs ên ku di rêya azadiyê de şehîd ketine, bûye.

Uyar di axaftina xwe de qala rojnamegerên ku di rêya têkoşîna Kurd de şehîd bûn ên wekî Denîz Firat û Mazlum Erencî kir û ev tişt anîn ziman: “Nexasim ez dixwazim bibêjim ku Denîz Firat û Mazlum Erencî yên ku di rêya azadiya gelê Kurd de ji aliyê çeteyan ve hatin qetilkirin, dilê me pir êşandin. Min di pirtûka xwe de xwest ku ez wan şehîdên ku di rêya rastiya Kurdistanê de şehîd ketin bi bîr bînim.”


Bi saya Çapemeniya Azad

Uyar bi lêv kir ku wî ji bo nivîsandina helbestan her tim ji  berxwedanên xort û keçên Kurd hêz girtiye û wiha peyivî: “Gelek caran mirov di bin bandora serhildan û berxwedanan de dimîne. Berxwedana Kobanê, Şengal û Bakurê Kurdistanê ji bo me hemûyan mînakekî herî şênber e. Min ji wan serhildan û berxwedanan gelek hêz girt û serkeftiyên wan min di pirtûka xwe de nivîsand. Bi rastî agahiyên wan berxwedanan jî em bi saya Çapemeniya Azad hîn bûn. Rojnamgerên Kurd her tim rastiyên wan bûyeran dinivîsîn, kuştin didan li ber çavên xwe û raya giştî re  parve dikirin.”

Riza Uyar destnîşan kir ku helbestên wî bi giştî jî li ser şehîdên azadiyê hatine nivîsandin û bi van gotinan dawî li axafitna xwe anî: “Min di pirtûka xwe de xwest ku ez şehîdên ku di rêya azadiyê de jiyana xwe ji dest dane bibîr bînim. Ez dixwazim bibêjim ku divê bi her awayî em xwedî li şehîd û rûmeta xwe derkevin.”