Mustefa Dawid ê 66 salî niştecihê Kobanê ye. Ex xortê 66 salî ku debara xwe bi çêkirina alavên ji textan dike, him bi wêjeyê re, him bi siyasetê re eleqadar e. Her wiha zimanê Ingilîzî jî baş dizane û romanên Ingilizî dixwîne.

Mustefa Dawid bi xwe helbestan dinivîse û gelek helbestên helbestvanê mezin ê Kurd Cegerxwîn jî ezbere dizane. Xalê Mustefa bavê şehîdekî ye û 2 kurên wî jî hê di nav refên YPG´ê de ye.  

Dîsa vedigere Kobana xwe

Xalê Mustefa xwendina xwe ya seretayî li dibistana Elrîfiye ku niha navê wê bûye Dibistana Şehîd Azad xwendiye û xwendina xwe ya navîn û amadeyî jî li li dibistana Elmuhdîsê (Mekteba reş) qedandiye. Paşê berê xwe daye bajarê Dêra Zorê û derbasî peymangeha Endazyariya Çandiniyê bûye. Pişt re jî diçe Helebê û li wir bi salan alîkariyê endizyariyê çandiniyê dike. Di sala 1995ʹan de careke din vedigere Kobanê û li vir 20 salan karê xwe qedandiye.

Bavê şehîdekî ye

Mustefa Dawid zewicî ye û 10 zarokên wî çêbûne. Ji wan 6 kur in û 4 keç in, kurekî wî di nava refên YPG de şehîd bûye û 2 kurê wî niha di nava YPGʹê de şervanan in.

Ji karê depan hez dikir

Mustefa ji zarotiya xwe ve ji çêkirina alavên text hez dikir. Bavê wî di pîşeya çêkirinina alavên ji textan de 50 salî kar kir. Mustefa jî ji bavê xwe fêr bû û gelek tişt jê girtine. Niha li Kobanê karê xwe didomîne. û ji textan alavên çandiniyê çêdike. Her wiha çakûç, bivir û heta sazan çêdike.

  Xalê Mustefa di dikana xwe de gelek entîke kom kirine, hin ji wan bi destê xwe çêkirine û hin ji wan kevn in û ji bo wî bi qîmet in .

Dikana wî li bazara Kobanê ye. Wî tabelaya dikana xwe bi destê xwe çêkiriye û bi Kurdî li ser nivîsiye, “Dar biro darê bibir û miradê xwe ji Xwedê mebir” 

Helbestan dinivîse

Mustefa ji bilî çêkirina textan helbestan jî dinivîse,  ew bi xwe fêrî xwendin û nivîsandina Kurdî bû û niha jî di demê xwe yê vala de helbestan dinivîse.

Heta niha helbestên bi navê “Ez hevalê Che Guevara me”, “Nameyek ji Erdoxan re”, “Ez ne Ereb yan Tirk û Ecem im” nivîsandine.

BI Ingîlîzî dixwîne

Mustefa ji bilî nivîsandin û çêkirina tiştên ji textan helbestên Cigerxwîn jiber kirine û dibêje. Her wiha zimanê Ingilîzî baş dizane û her roj romanan bi zimanê Ingilîzî dixwîne. 


NÛRHAN EBDÎ / ANHA / KOBANÊ