HAWRÊ KIRÊKAR / ROJNEWS / XURMATO
Aliyên siyasî yên Kurd li Xurmato nekarîne çend kesan ji bo wan postên ku bi Kurdan hatine dayîn, diyar bikin. YNK dibêje; wernegirtina postên lawaz baştir e, û Serokatiya Meclîsa bajêr û Qeymeqamtî girîng in. Aliyên Tirkmen jî dibêjin; me û Ereban bi dengdanê encûmen û qeymeqamtî diyar kiriye, em nadin Kurdan.
Ji Mijdara 2018’an ve qeymeqamtiya navçeya Xurmato ya ser bi parêzgeha Selahedînê pêşniyaza dayîna çar rêveberiyên îdarî ji bo Kurdan kiriye. Çend caran aliyên Kurd li Xurmato civîn kirine û nekarîne namzet ji bo van postan diyar bikin. Têkildarî li hevnekirina aliyên Kurd, Tirkmen û Ereban hinek zanyarî dan.
Beriya bûyerên 16’ê Cotmeha sala 2018’an, li navçeya Xurmato rêveberiyên qeymeqamtî, şaredarî û rêveberiya veterîneriyê di destê Kurdan de bûn. Piştî 16’ê Cotmehê, ti postek ji van di destê Kurdan de nema. Ev yek jî li cem welatiyên Kurd ên navçeyê bûye cihê fikar û nerazîbûnan.
Kurd li hev nakin
Çend caran aliyên siyasî yên Kurd li navçeyê civiyan, lê ti encam ji civînên wan derneket. Li ser vê mijarê Berpirsê Komîteya Hizba Qomunîst ya Kurdistanê li Xurmato, Hêmin Nurî diyar kir ku ji bo diyarkirina namzetan ji bo postên ku bi Kurdan hatine dayîn, civîn hatin li darxistin. Lê wana nekariye ti kesî ji bo namzetiyê diyar bikin.
Li ser heman mijarê qeymeqamê Xurmato, Hesen Zeyn El Abidîn ku Tirkmen e, û Heşda Şebî ev postê qeymeqamiyê pê daye, got; “Di dema bihurî de bi rêya endamên meclîsa bajêr min pêşniyazek kir ku her çar rêvebertiyên Polîs, Veterînerî, Şaredarî û Perwerdeyê bidin Kurdan. Ji ber ku ew jî pêkhateyek sereke yên navçeyê ne. Lê heta niha yek kes ji bo van postan nîşan nekirine.”
Postên didin li dijî berjewendiyên Kurdan in
Têkildarî mijarê Berpirsê Malbenda Hemrîn a Yekitiya Nîştimaniya Kurdistan (YNK) Kerîm Şikur jî wiha axivî; “Kurdan postê qeymeqamtiyê ji dest daye. Em daxwaza Serokê Meclîsa bajêr dikin lê nadin, ya didin Kurdan rêvebertiya polîsan e, di vê demê de girtina vê rêvebertiyê ji bo Kurdan ji derveyî ziyanan tiştekî din bi xwe re nayîne. Ev postên ku bi Kurdan tên dayîn di vê demê de wê ziyanê bi Kurdan bigihîne û cihê me lawaz dike.”
Heta pişta Kurdan nebe ev post bêkêr in
Di dewama axaftina xwe de Kerîm Şikur diyar kir ku ew dixwazin hevsengiyek rast di navbera wan de hebe û wiha dewam kir: “Em dixwazin beşek ji hêzên ewlehiyê yên Kurd vegerin navçeyê. Desthilatdarî bikeve destê Kurdan de, heger bi awayekî kêm jî be wê demê em dikarin van postan wergirin. Lê niha Kurdan ti piştgiriyeke xwe tineye, ji bona wê em van postan negirin baştir e.”
Li ser nedana postê qeymeqamiyê û Serokê Meclîsa bajêr ji bo Kurdan, qeymeqamê Xurmato, Hesen Zeyn El Abidîn got; “Rast e Kurd daxwaza postê Serokatiya Meclîsa bajêr dikin, lê me û Ereban bi deng, postê qeymeqamtî û Serokatiya Meclîsa bajêr hilbijartiye ji bona wê, em nadin Kurdan.”
Wî her wiha got; “Êdî ez li benda aliyên Kurd namînim, ez ê bixwe çend welatiyên Kurd destnîşan bikim û navê wan bibim cem walitiya Selahedînê ji bo bawerî pê bide û van postan bidin Kurdan.”