Keda jinan derdixe holê
Hemîde Xan wiha axifî: “Beşek ji Loqente û Dîwexana Helebce dê ji bo firotina tiştên kulturî be wek ava hinaran, goz, tu, hejîr, herwika klaş-pêlav, şal û ligel karên dest ên jinan, ji xeynî firotina gulan bo destê bûk û zaveyan û çêkirina xwarinê bo şînî û şahiyan.” Li gor Hemîde, piraniya wan kesên beşdarî projeya wê bûne kesên bêkar in û herî zêde jî jin in, herwiha hinek mêr jî di projeyê de cîh digirin.
Parastin û debarê dike
Çalakvan û kesayetiya bajarê Helebceyê Serrewt Mihemed ew karê Hemîde bilind nirxand û got: “Taybetmendiyeke vê xwaringehê heye, ji ber heta niha di asta xwaringehên Kurdî de valahiyek hebû, lê bi hewldana vê xatûnê ew valahiya han tejî dibe û ez bawerim dê bibe cihê kêfxweşiya wan hemû kesên ku serdan dikin. Hêvîdar im xatûnên din jî hewlên xwe bixin tevgerê û bê tir karê xwe bikin.”
Jinan jê hêz digrin
Ji aliyê ve çalakvanê warê jinan Necat Selah jî wiha axifî: “Ev karê Hemîde Xan karekî pir baş e, ji ber ev hewldana han wiha dike ku keç û jinên Helebceyê zêdetir şiyanên xwe bixin tevgerê, loma em şanaziyê pê dikin ku jineke wek xatûn Hemîde li Helebceyê hebe.”
HELEBCE