Xwe gihand sînorê Iraqê
Hêzên QSD´ê bi koordînasyona bi artêşa Iraqê re xwe gihandin peravên Firatê û bajarokê Hecînê ku wisa tê bawerkirin ku serçete Ebû Bekir el-Bexdadî xwe lê veşartiye.
ERDOGAN ALTAN
MA/DÊRA ZOR
Qonaxa duyemîn a hemleya Bagera Cizîrê duyemîn di roja 18’an de dewam dike. Bagera Cizîrê ku ji ber dagirkirina dewleta Tirk a li dijî Efrînê hatibû rawestandin, di 1’ê Gulanê de dîsa dest pê kir, xwe gihand bajarokê Hecîn ê ku tê gotin serçeteyê DAIŞ’ê Ebu Bekir El-Bagdadî xwe lê veşartiye. Fermandar Şêrgo Hesekê derbarê bûyerên çend rojên dawî yên li bereyê de got, hêzên QSD û hêzên Iraqê sînorê Iraqê û çola Dêra Zorê bi temamî ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirine.
Duyemîn bajarê mezin ê Sûriyeyê
Li Sûriye piştî Hûmsê duyemîn bajarê Mezin bi erdnîgariya xwe, Dêra Zorê ye. Bi firehbûna 33 km çargoşe ye ev yek tê wateya ku Dêra Zor ji sedî 17 ji xaka Sûriyê pêk tîne û nêzî milyonek kesî berî şerê Sûriyê li wir diman. Ev parêzgeh bi çanda xwe ya dîrokî tê naskirin. Çemê Firatê ku di nava Dêra Zorê re derbas dibe, wê dike du parçe, rojhilat û rojava. Parêzgeha Dêra Zorê wek deriyê rojhilatî Sûriyê ye. Parêzgehên Sûriyê digihîne hev. Tê de bajarokê Abû Kemal heye. Ev bajarok noqteyeke stratejîk e ku çemê Firatê tê re derbas dibe, berî ku derbasî Iraqê bibe. Rêjîmê li Abû Kemal bargehek li Zekef bakurê rojhilatê Tenef ava kiriye. Wek ku tê zanîn li Tenef jî baregeheke koalisyonê bi serkêşiya Emerîkayê heye.
Serçete xwe li wir bi cih kirin
Balefirgeha Dêra Zorê ya eskerî heye. Balefirgeh 10 kîlometre li rojhilatê Dêrê Zorê ye. Rêjîma Sûriyê ji vê belafirgehê êrişî muxalefetê dikir. Dêra Zorê bi dewlemendiya xwe ya binerd tê naskirin ku sed bîrên petrolê û xazê lê heye. Bîrên li Dêra Zorê ji mezintirîn hilberînên nift û gazê li Sûriyê ne ku berî şerê li Sûriyê 30 hezar qazan jê dihat derxistin. Dêra Zorê noqteya dawî ya DAIŞ´ê ye li Sûriyeyê. Piştî rizgarkirina Reqayê, ango paytexta DAIŞ’ê, rêveber û fermandarên DAIŞ xwe li Dêra Zorê bicih kirin û xwestin ku xwe komî ser hev bikin da êrişî herêmên din bikin.
Erdeke fireh hat rizgarkirin
Pêngava Bagera Cizîrê ya li rojhilatê Dêra Zorê ku ji ber êrişa Tirkiye ya li dijî Efrînê, hatibû rawestandin, di 1’ê Gulanê de ji nû ve dest pê kir.
Berdevka Pêngava Bagera Cizîrê Leylewa Ebdella û Fermandarên Meclîsa Eskerî ya Dêra Zorê Ehmed Ebû Xwele got, “Ji ber xwecihkirina DAIŞ’ê li nêzî sînorê Iraqê û hewldanên wê yên firehkirina hebûna wê li Herêmê operasyon ji nû ve dan destpêkirin. Di vê qonaxê de artêşa Iraqê û Koalîsyona navneteweyî dê destekê bide QSD’ê. Şervanan mayinên li herêmê rakirine û 2 kîlometre nêzî gundê Baxozê yê li qiraxa Çemê Firatê bûn.”
Fermandarê Hêzên Sûriye Demokratî QSD´ê Şêrgo Hesekê, destnîşan kir ku piştî berdewamkirina hemleya Bagera Cizîrê ya yekemîn di vê mehê de zêdetirî 23 km ji çola rojhilatî Dêra Zorê ber bi sînor Iraqê ve hatiye rizagrkirin. Fermandar Şêrgo, diyar kir ku bi rizgarkirina gundê stratejîk yê Baxoz rûbara rizgarkirina çolê digihêje 30 kîlometreyan. Şêrgo teqez kir ku ev hemle di rêya şêwr û danûstandinên di navbera hêzên Iraqî û hêzên QSD de meşiya.
Hêzên QSD wê kontrol bikin
Şêrgo Hesekê diyar kir ku hêzên QSD û hêzên Iraqê sînorê Iraqê û çola Dêra Zorê bi temamî ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin û wiha axivî. “Bi paqijkirina vê heremê de bend û nuqteyên çavdêrî û kontrolê li ser sînorê Sûriyê û Iraqê hatin danîn û li gorî agahiyên heyî, ev nuqte ji aliyê hêzên QSD ve wê werin kontrolkirin.”
Fermandar Hesekê teqez kir ku hêzên QSD li dijî DAIŞ’ê li rojhilatê Dêra Zorê şerên dijwar kirine, bi taybetî li gundê Baxoz ku dergeha sereke ya derbasbûna bajarokê Hecîn e ku niha ev bajarok herêma herî dawî ya bicihbûna çeteyên DAIŞ’ê ye. Li gorî hin gotegotan li bajarokê Hecîn ê li rojhilatî Dêra Zorê, serçeteyê DAIŞ´ê Ebû Bekir El-Bexdadî bi cih bûye.