Ji sala 2014’an ve navçeya Hewîce dibin destê çeteyan DAIŞ‘ê ye. Welatiyên sivîl ji bo xwe ji zilma çeteyan rizgar bikin rojene ji navçeyê direvin. Vê êvarê jî ji navçeya Hewîce ya Kerkûkê 700 sivîlan xwe gihandin hêzên pêşmergeyan ên li gundê Mekteb Xalid. Piraniya welatiyên ji çeteyên DAIŞ‘ê rizgarbûne zarok, jin û kesên bi temenin.

Fermnadarekî pêşmergeyan ê li gundê Mekteb Xalid  a Kerkûkê Sîrwan Berzan got; “Vê êvarê 709 welatiyên din li Hewîce hatin û xwe gihandin hêzên me yên li gundê Mekteb Xalid. Ji bo pêşwazî kirina koçberan hêzên me 1 km çûn pêş.”

Berzan di berdewama axaftina xwe de wiha anî ziman; “Piraniya welatiyên îro xwe gihandin hêzên me, jin, zarok û kesên bi temenin. Ji carên din cûdatir vê carê hinek zilam ji ligel wan bûn. Ji ber ku dema carên din koçber di hatin di nav be zilam nebûn, hemû jin û zarok û kesên bi temen bûn.”

Fermnadarekî pêşmergeyan ê li gundê Mekteb Xalid  a Kerkûkê Sîrwan Berzan herî dawî wiha got; “Koçberên vê êvarê 329 zarok, 205 jin û 175 zilam bûn. 31 kes dihatin guman kirin, lêpirsîn ligel wan berdewam dike. Piştî lêkolînê emê bişînin wargehên koçeran.” 


KERKÛK