Berdevkê Kremlînê, Dmîtrî Peskov diyar kir ku artêşa Sûriyeyê amadekariyan dike ku pirsgirêka ‘terorîzmê’ ya li herêma Idlibê çareser bike.

Peskov du rojan beriya civîna bilind a Tirkiye, Îran û Rûsyayê ya li ser Sûriyeyê, daxuyanî da çapemeniyê û got, “Rewşa li Idlibê ji bo Moskov, Şam, Enqere û Tehranê hîn jî mijareke taybet a bi guman e.”

Girêka nû ya terorîzmê

Peskov got, “Em zanin ku hêzên çekdar ên Sûriyeyê xwe ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê amade dikin.” Peskov diyar kir ku girêka nû ya terorîzmê li wir hate girêdan û ev yek rê li ber bê îstiqrariyê vedike. Peskov anî ziman ku ‘hewldanên ji bo çareseriya siyasî-dîplomatîk’ ji ber vê girêkê naçin serî.

Qet şik û guman nîne

Berdevkê Kremlînê got, “Di vir de mijara bingehîn ew e ku ev der gefeke girîng li baregehên me yên eskerî dixwe.”

Li gorî Moskovê, li dijî baregeha hewayî ya Rûs a Hmeîmîmê ya li wîlayeta Lazkiyeyê, ji Idlibê bi dehan dronan êriş hatiye kirin. Peskov got, “Ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê, qet şik û guman nîne.”

Piştî hişyarkirinên Donald Trump

Daxuyaniya Peskov piştî hişyarkirinên Serokê DYE’yê Donald Trump hat. Trump duşemê li ser mijara Idlibê de hişyarî da Sûriye, Îran û Rûsyayê. Trûmp gotibû, “Operasyoneke bi vî rengî wê rê li ber trajediyeke insanî veke.”

Berdevk Peskov got, “Hemû hişyarkirinên ku bêyî hesabkirina potansiyela metirsî û neyîniyan li ser Sûriyeyê tên kirin, tên wateya nêzîkatiyeke hevnegirtî.”

 

MOSKOV