Bi çalakiyên cihê yên li Strasbourgê doh Kurdistaniyan ji saziyên navneteweyî, nexasim jî li yên Ewrûpî re got, “Kurdan zora DAIŞ´ê bir lê hûn li kuştina Kurdan temaşe dikin.”
DENÎZ BABIR / STRASBOURG
Greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya li ber Parlamena Ewrûpayê (PE) di roja 4’an de dewam dike.
Doh di roja sêyan a çalakiyê de bi organîzasyona Jinên Ciwan ên Azad û Ciwanên Şoreşger de, çalakger sibehî ji bajarê Lahrê yê Elmanyayê ber bi Strasbourgê ve bi rê ketin û çalakiya xwe li ber PE‘yê domandin. Çalakgerên greva birçîbûnê ku ji 350 kesî pêk tê, û ber bi Strasbourgê ve meşiyan, saet nêzî 10.00’an hatin ber avahiya PE´yê û çalakiya xwe li wir domandin.
Ciwanan li ber vahiyê bêdengiya saziyên navneteweyî ya beramberî tecrîdê û çalakiyên greva birçîbûnê bi şanoyekê protesto kir û peyama xwe “mîna sê meymûnan, kerr, kor û lal mekin” da.
Di dema çalakiyê de rûniştinên li PE´yê jî dewam dikir. Çalakiyan bala xelkê û arlamenterên li hawîrdorê jî kişand ser xwe. Di dema çalakiyê de belavok tên belavkirin û tevahiya rojê sloganên “Ji Ocalan re Azadî” û “Bijî berxwedana zindanan” tên gotin.
Di dema çalakiyan de û di dema protestoya şanoyî de dovîzên li ser wan nivîsandî “Li beranberî zilma li Kurdan kor, kerr, û lal”, “Kurdan zora DAIŞ´ê bir, hûn bi xwe (YE) gava Kurd tên kuûtin temaşe dikin”, “Bêdengiya kujer” û dovîz û pankartên bi peyamên bi vî rengî hilgirtin.
Çalakiya zincîrê ya ciwanan
Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jinen Ciwanên Azad li Katedrala Strasbourg û Place de Kleberê ji bo balê bikişînin ser çalakiyên greva birçîbûnê çalakiya zincîra ji mirovan kir.
Li bajarê Lahrê yê ku çalakger bi şev lê dimînin jî, li ser mijarên greva birçîbûnê panel tên organîzekirin. Di panele pêr êvarê de siyasetvan Demir Çelik bal kişan ser Zulkuf Gezen, Zehra Saglam, Ayten Beçet, Medya Çinar û Ugur Şakar ên bi çalakiya fedaî şehîd bûyî û got, “12 Îlonê berxwedan di dîrokê de bû têbîniyek. Berxwedan bû hêviya miletê me. Sala 2012´an greva birçîbûnê bi ser ket.”
Demir Çelik îşaret bi girîngiya rêxistinbûyîbûnê kir û got, “Heger em bi rêxistin bin, em ê bi ser kevin.”
Beşdarên çalakiyê kî ne?
Herçî kes, sazî û herêmên beşdarî çalakiya greva birçîbûnê ya 5 rojan a li pêşiya PE´yê dibin jî ev in:
Ji bajar û herêmên Fransayê Rennes, Parîs, Drancy, Creil, Villier le Bel, Evry, Marsîlya, Dragunignan, Herêma 78´an, Montpellier, Bordeaux, ji eyaletên Elmanyayê Baden Wurttenberg û Bayernê FCDK, ji FCDK´a Bakur Berlîn, Hamburg û eyaleta Niedersachsenê, ji NRW´yê Fed-Med, ji Hessenê FCDK Kawa, ji ya Saarlandê, NCDK a Swîsre, NCDK a Belçîka, NCDK a Holanda, Meclîsa Şengalê ya Dîasporayê, NAV-YEK, PYD, Komaw, CÎK, TEV-ÇAND, Jinen Ciwanen Azad ve Ciwanen Şoreşger.