Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya Cizîrê Guler Tûnç ji ber ku çû serdana gora hevjînê xwe Orhan Tûnç û tiyê xwe Mehmet Tûnç bi hinceta ku “Pesnê sûc û sûcdar daye” kete ber lêpirsînê. Orhan û Mehmet Tûnç di dema êrişên dewleta Tirk li dijê xwerêveberiyê li Cizîrê şehîd bûbûn.

Li navçeya Şirnexê Cizîrê, ji ber ku berî cejnê di 3’ê Hezîranê de çûne serdana goristanê, Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya Cizîrê Guler Tûnç û Hevserokê Rêxistina DBP’ê ya Cizîrê Selahattîn Kolanç jî di nav de derbarê gelek rêveber û endamên HDP û DBP’ê de lêpirsîn hat destpêkirin. Lêpirsîn bi îdîaya “dana pesnê sûc û sûcdar” tê kirin. Miduriyeta Polisan a Cizîrê bangî hevserok Tûnç û Kolanç kiri û îfadeyê wan girt.

Guler Tûnç îşaret bi hovîtiya êriş û qetilkirina berxwedêran kir û têkildarî mijarê got, “Wê demê nehiştin weke em dixwazin wan defîn bikin. Her ji me re astengî derxistin. Niha jî xwe li rêûresma gelê me ya serdana goristanan ranagirin.” Tûnç di dawamê de got, wê wek siyasetvanû nûnerê gel serdana goristanan kiriye û ji ber serdana xwe nepoşman e û dê dîsa biçe serdanê.

ŞIRNEX