Dewleta Tirk di êrişan de sînora nasnake. Nexasim şaredariyên ser bi hikûmetê jî di êrişan de dibin şirîkên dewletê.
Şaredariya Midyadê ya ku di destê AKP’ê de ye, nîşana Teyrê Tawis ya ku baweriya Êzîdiyan temsîl dike ji logoya şaredariyê derxist. Di logoyê de sembola hemû pêkhateyên Midyadê hebû. Li ser aliyê logoya ku di 1980’yî de hatî çêkirin, sembolên olên Êzidî, Xiristiyanî û Mislimantiyê hene. Di logoya şaredariyê ya niha de tenê wêneyê mizgeft û dêrê hene. Di logoya berê de birca çana dêrê ji minareya mizgeftê dirêjtir bû, lê niha di logoya nû de minare ji birca çana dêrê dirêjtir e.
MA / MÊRDÎN