Dewleta Tirk ji bo doza li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê (DMME) ya li ser êrişên wê yên li dijî Berxwedana Xwerêveberiya Cizîrê, di parastina xwe de, xwe avêt bextê derewa “têkoşîna li dijî terorîzmê”. Parêzeran bi xwe got, dewleta Tirk bi artêşê û amûrên şer êrişî deverên şên kirye, mafê jiyanê bi awayekî eşkere binpê kiriye. Hikûmeta Tirk di meseleya ravekirina komkujiyan de zehmetê kişand û xwe neda ber hesabdayînê. Ji ber wê jî xwe spart hincetan. Heyeta Dadgehê wê biryara xwe ku wê bibe nimûne, paşê ragihîne aliyên dozê.

Rûniştina doza li ser 35 miracaetên li ser navê 160 kesî, doh li DMME´yê çêbû. DMME´yê li çûna ku dozan hemûyan yek bi yek binirxîne, ji 189 kesên di Jêrzemînên Wehşetê de hatî şewitandin Orhan Tunç û Omer Elçiyê mafên wî hatin binpêkirin, weke miracaetên pîlot qebûl kirin.

Piştî rûniştina doh a 3 saetan dewam kir, bi beşdariya malbatên Tunç û Elçî daxuyaniyeke kurt a çapemeniyê hate dayin. Parêzer Ramazan Demîr û Newroz Uysal, her wiha hevjîna Mehmet Tunç, ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dabû, Zeynep Tunç û dîsa hevjîna Orhan Tunç, Guler Tunç jî dema daxuyaniyê hazir bûn. Parlamenterên HDP’ê Ayşe Acar Başaran û parlamenterê berê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz jî.

Hikûmetê nekarî hesab bide

Parêzer Ramazan Demîr diyar kir ku di parastinê de wan diyar kiriye ku dema hêzên dewletê li Cizîrê operasyon kirin, bi amûrên şer li deverên şên xist, ev li dijî hiqûqê ye û her wiha bi çarçoweya xala 2’yan a Peymana Mafê Mirovan a Ewrûpayê, ya têkildarî parastina mafê jiyanê ku divê bi nisbet be, û bi tevdîran pêşî li mirina sivîlan bigire, bi cih nehatiye anîn. Parêzer her wiha diyar kir ku lêpirsîna elaqedarî mirina Orhan Tunç jî ne serbixwe, karîger û bêalî bûye.

Parêzer Demîr got, dirûniştinê de pirs ji dewleta Tirk hatine kirin, beriya niha jî hay ji parastinên Tirkiyê hebûne û têkilî pirsên ku DMME’yê bersiva wan xwestî jî Demîr got, ‘’Hikûmeta Tirk bersiv neda pirraniya van pirsan. Biya min bersiv ne li gorî daxwazên dadgehê bûn. Binpêkirinên li Cizîrê hema hema hemû hatin vegotin. Lê ji ber ku dema ku dadgehê dayî kin bû, me nekarî behsa her tiştî bikin.”

Demîr da zanîn ku dewleta Tirk nekarîbûye hesabê komkujiya Cizîrê bide û got, “Bêhtir bi gotinên giroverik bersiv dan”. Demir her wiha got, dadgeh biryara xwe wê di demeke pêş de bide.

Dewleta Tirk li dijî doza li DMME´yê ye

Hikûmeta Tirk parastina xwe li ser wê ava kir ku divê dosya ji hêla DMME’yê ve neyê qebûlkirin, hiqûqa navxwe neqediyaye û ji bo vê jî dosya divê li Dadgeha Destûrê be.

Parêzerên malbatên Tunç û Elçî jî diyar kir ku êrişên dewletê xwe nedispartin ti qanûnê.

Parêzeran diyar kir ku nifûsa Cizîrê ji 100 hezarî zêdetir e, bi tangan li jîngeha sivîl dane û wêneyên şer derketine holê. Parêzeran her wiha diyar kir ku elektrîk, av û xwarin ji ser gel qut kirine, nehiştine ku mirov derkevin derve û di rewşeke wiha de li Tirkiyeyê ne pêkan e ku hiqûqa navxwe were bikaranîn û li ser mijara delîlan jî, derfeta berhevkirina delîlan tine.

   

STRASBOURG