Êzîdiyên DAIŞ'ê revandin, piştî gihantin Sûriyê li ser herêmên di bin dagirkiriya xwe de belav kirin û li bazaran firotin. Dewlemendên Ereb û ser çeteyên DAIŞ'ê jinên Êzîdî di van bazaran de dikirîn û dikirin koleyên xwe.

Paşê çeteyên DAIŞ`ê dewreyên perwerdê ji bo qaşo hînkirina baweriya Îslmê vekirin, ku bi vê hincetê gelek herêm kirin bin serweriya xwe. Xwecihiyên li van herêman jî neçar bûn tevlî van perwerdeyan bibin ku herî zêde jî zarokên temen biçûk ji vê yekê bi bondor dibûn. Bi sedan dîlên ji destê DAIŞ'ê bi saya YPG/J'ê rizgarbûyî bi xwe re çîrokên bi keser û axîn anîn.

Yek ji xwediyê van êşan jî ciwanê 15 salî Asim Qasim Îbrahîm e ku çeteyan navê Ebû Ûsame El-Sincarî lê ferz kiribûn. Îbrahîm ji bo xwîşk û hevjina birayê xwe rizgar bike, tevlî DAIŞ'ê dibe. Ew ji gundê Til Qeseb ya herêma Şengalê ye. Malbata wî ji bav, dayik, 5 bira û 5 xwîşkan pêk te. Ew û du xwîşkên wî û 5 zarokên xwîşkên wî û hevjîna birayê wî bi sedan zarokên herêma Şengalê re hatin revandin û ber bi Sûriyê ve hatin belavkirin.

Îbrahîm diyar dike ku çeteyên DAIŞ'ê bi 4 erebeyan ketine gundê wan û dibêje: “Çete bi 4 erebeyan ketin gundê me Til Qeseb, wê demê herêm di bin serweriya hêzên pêşmerge de bû, ji şêniyan re gotin di malên xwe de bimînin heta ku hêzên parastina Îraqê werin. Piştî çend saetên em tênegihiştin ku çi bû lê me dît em di bin destê DAIŞ'ê de ne û ew kesên soz dayî me ji bo parastinê me qet nedîtin.”


Zêdeyî 1000 kesî dîl girtibûn

Îbrahîm da zanîn ku piştî reva pêşmergeyan çeteyan ew revandin û wiha domand: “Çeteyan piştî em girtin, em wek komên jin, zilam, zarokên biçûk û temen mezin li ser dibistanên bajaroka Tilafer dabeş kirin,  çeteyan piştî Şengal dagir kirin, ew dibistan weke girtîgehê bi kar danîn. Wê demê hejmara me zêdeyî 1000 kesên girtî bû, lê gelek şêniyên Şengalê xwe ji pençên çeteyên DAIŞ`ê xilas kirin û berê xwe dan çiyayê Şengalê, lê piraniya wan ji tîbûn, birçîbûn û helakbûnê mirin ku gelek ji wan zarok û qal û pîr bûn. Em nêzî 2 mehan li wê dibistanê man, paşê em birin gundê Qizilqiyo ya bajaroka Tilaferê, piştre em tevî komek zilam gihandin Sûriyê nava herêmên di bin serweriya xwe de.”


Ji bo çalakiyên xwekujiyê 

Îbrahîm diyar kir ku piştî ew birine Sûriyeyê DAIŞ'iyan soz daye ku wan teslîmî malbatên wan bikin û got: "Li Sûriyê em di qesra parêzeran a li bajarê Reqayê heps kirin û dersên şerîetê li ser me ferz kirin û ji me re gotin emê we bibin cem malbatên we û bi hev re li Sûriyeyê bi awayekî aşîtiyane bijîn." Îbrahîm birdoziya olî li dibistaneke bajarê Silok heta 8 mehan girtiye. Piştî vê yekê bi 120 çetayan û 15 ciwanên Êzîdî re ew li beregehên leşkerî yên li Reqayê hatine belavkirin. Îbrahîm îşaret bi kirinên DAIŞ'êyên li Reqayê dike û dibêje: "Li Reqayê me 6 mehan perwerdeya bikaranîna çekan û pêkanîna êrîşên xwekujiyê dîtin." 

Piştî ku QSD nêzî Reqayê dibe Îbrahîm fersendê dibîne ku xwe bigihîne hêzên QSD'ê ku niha li Kobanê ye û bi ewle ye.



NÛRŞAN ÎBRAHÎM / ANHA/KOBANÊ