Rikber, hesên kîndar, kesên dijber in. Karên wan reşkirin û herî avêtin e. Ew bê alternatîf, tenê êrişkarên di rengê xwîniyan de ne. Her tiştên ku hêza serdest dike, şaş dibîne û wek pêkanîna daxwazeke dijim dinirxîne. Di her rewşê de bi awayekî zimî dibin diraneke çerxa bangaşiya şerên qirêj. Dema em li Kurdistana bakur dinêrin, dibînin ku hemû paşmayiyên komikên salên hefteyî tenê di vî rengî de ne. Li yekî karektereke opozisyonê tune. Ji wan kesekî jî rexneyan li AKPê, partiyên dagirker yên din û dewleta dagirker nagire, yên wan ên qaşo pêşeng her roj wek alavên reşkirina Tevgera Azadî di çapemeniyê de tên bikaranîn. Hemû derfetên vedibin jî bi xwe mîna margîsan dikevinê. Mînak TRT6. yê çûn di dozgeriya Amedê de giliyê Tevgera Azadî kirin ûhwd. Hin xwebaqilên (!) wan navê rewşenbîrî li xwe kirine, di odeyên xwe yên kozmîk de rûdinin, li belavokên hin partî û komikên wek xwe dinêrin û li ser Rojava dikevin nava şirove û nirxandinan, lema her tiştên wan beloq û bi qeşmerî xuya dikin. Eger bi rastî jî rewşenbîr bana, durist bana, hedefa wan opozisyonekê afirandin ba, carê diçûn li kantonên Rojava digeriyan, bi gelek aliyan re didan û distandin, hê diketin nava şirove û nirxandinan. Wek mînak hin rojnameger û siyasetmedarên ewropî çûn hatin, wisa ketin nava nirxandinan û gelek erênî jî deng veda. Dîsa saziya şopandina mafê mirovan Human Rights Watch çû, li kantonên Rojava geriya, lêkolîn kir, hat li gor rapora xwe agahiyên di nav çarçoveya rastiya xwe û ya dîtibû de ragihand bala cihan. Heta vana jî bala wan nekişand.
Niha ev rikberên li kuçeyên medya dîgîtal berê şerê çekdarî wek kana çaresernebûna pirsgireka kurd, egera hemû xirabiyan didîtin û wan ew wek alava êrişê di devê xwe de kiribûn benîşt. Bi pêvajoya çareseriyê re ev çeka ji destên wan derket, bê henase man. Berê xwe dan reşkirina serkeftinên Rojava. Hem jî bi zimanê derû dorên wek DAIŞ, AKP. Ew jî vala derket, wek gulmistek li rûyê wan ket. Bi vê rewşa dawiyê re jî ew rikberana qaşo bi peyva “serxwebûna başûr” ve zeliqîne, ne ku ew serxwebûnê dixwezin, yan jî alîgirên serxwebûnê ne, ew vê tenê wek alavek reşkirina “xweseriya” mîna alternatîveke çareseriyên netewa kurd û kêmaran hatiye pêşkêşkirin, bikartînin. Lema jî tu hemanên dewletbûnekê nîqaş nakin. Li Başûr hetanê kîjan radeyî bingehê sexwebûnê hatiye danîn jî tu car bala wan nakişîne. Rewşa aloz ya Rojhilata Navîn jî nanirxînin. Di hemû nîqaşên van rikberan de tenê reşkirin û karê şerê qirêj yê dagirkeran hêsankirin heye. Ango van derûdorên qaşo xwe baqil dihesibînin, di bingehê xwe de wek vê gotina gel: “Xwebaqil kêmaqil” in.
Xwebaqil kêmaqil
Min di çend nivisan de peyva „rikber“ bikaranîbû, li ser vê gelek pirs hatin. Hinekan peyva rikber û muhalefetê tevlihev kirine. Na her du peyv ne yek in, xwedanê wate û erkên cûda ne. Dagirkeran ne tenê nakokiyên civakê, nakokiyên nav xwendayan de, yên dema fraksiyonan jî gelek bi konetî bikaranîne. Beşek xwendayên nijadkurd bi navê kurdayetî kirine xizmeta xwe. Ev der û dor bi konetiya dagirkeran, her tiştên ku bi xwe dikin re „kurdewarî“ dibêjin, li hember wê her tiştên Tevgera azadî jî mînaku têkiliya xwe bi kurdan re tunebin nîşan didin. Carê li nivisên hin kesên ji komikên salên heftê yî mane, binêrin, li dij dagirkeriyê, partiyên dagirkeriyê yek gotineke reşkirin û teşhîrkirinê bikarnaynin, ji serî hetanê binî di forma ajanên bandorî de li dij Tevgera Azadî bangaşiyeke bi qirêj dimeşînin. Evana di nava refên rikberan de ne. Tu têkiliya wan û muhalefetê bi hev nasekine. Opozisyon (muhalefet) ew partî û hêzên ku li hember serkariya desthilatdar, yan jî hêza serdest xwedanê alternatîf in, ji bo alternatîfa xwe bidin pejirandin saziyên kêrhatî diafirînin, rexneyên xwe yên li hember desthilatê bi alternatîfên xwe re tînin ziman, lê di mijareyên netewî de li gor xetên sor tevdigerin, tu car nabin gasikên destên dijmin, yan jî dagirkeran. Ango hedefa opozisyonê ne reşkirin, alternatîfa xwe pejirandin dayîn e. Ev jî rekabetekê di navbera hêzan de derdixe pêş, her hêz dixebite ku kêmasiyên xwe sererast bike, ev rekabet jî ji rûniştandina demokrasiyê re rê vedike.