Rojnameya Xwebûnê bi hejmara xwe ya nû derket. Di vê hejmarê de ligel nivîskar û zimanzan Husein Mihemed hevpeyvîn hatiye kirin û ew bi sernavê “Neheqî li vî zarê zêrîn bûne” bûye manşeta rojnameyê.

Mihemed dibêje, tirsa nemana temamî ya li ser Hewramî û Zazakî cidî ye û wiha peyiviye: “Di raboriyê de neheqiyên mezin li vî zarê zêrîn bûne. Lê nabe ku em wê ji xwe re bikin hêcet û bihêlin ku kurdî lawaz bibe.”

Di nivîsên li ser ziman de Şerîf Derînce bi sernavê ‘Berxwedan ziman e!’ li ser roja ziman nivîsandiye. Samî Tan der barê rapirsîna bikaranîna zimanê dayikê de ku ji aliyê Navenda Lêkolînên Civakî, Polîtîk ên Meydanî ve hatiye amadekirin, dîtinên xwe anîne ziman.

Nivîskar Rohat Alakom bi sernavê ‘Wêneyekî ku gelek tiştan vedibêje; Biroyê Heskê Têlî’ nivîsek amade kiriye û ligel wêneyê dîrokî weşandiye.

Ji qunciknivîskarên rojnameyên Mizgîn Ronak, Selîm Temo, Zehra Mohammedzadeh, Ayhan Erkmen, Cemîl Oguz û Felemez Ulug nivîsên xwe nivîsandine.

Rojnameyê yekem car di vê hejmarê de xaçepirsek jî weşandiye.

 

NAVENDA NÛÇEYAN