Gelê Kurd herî zêde êşa dewletan kişandîye û sedsala 20´an jî tijî ye ji mînakên komkujîyan. Ev zihniyeta netewe dewlet û netewperestîyê ku mirovan bê-îrade dike, di dawîya sedsala 20´an û destpêka sadsala 21´ê de bi zêdeyî hatiye teşhîr kirin. Modêla Navendîbûna rêveberiyê, niha di asta cîhanê û Rojhilata Navîn de jî, di nîqaşêke kûr de ye. Lê çaxa kû em dijîn çaxake wisa ye û têkoşan di asta cîhanê de nava gel, reng û baweriyên cuda ku li derveyî dîrokê hatine hiştin, êdî dixwazin xwe bi xwe bi rê ve bibin û li hemberê pergalên navendperest derdikevin.
Ji bo Tevgera Azadîya Gelê Kurd ku bi rêbertîye Birêz Ocalan wek alternatîf derketiye holê; vê bîrdoza xwe ya alternatîf dike piratîkê. Avakirina alternatîfa dewleta neteweyan, konfedaralîzma demokratîk e. Ev sîstem rê dide gelan, etnîk, ol, reng, ziman û kûltûrên cûda ku xwe bi rê ve bibin, ew xwe birêxistinkirinê û xweparaztinê esas digire.
Lê ya ku mirov matmayî dihêlê ew e ku dema KCK, modêla navendîtî û netewe-dewletê rexne dike, di nava Kurdan de herî zêde PDK nerazîbûnê nîşan dide û êrîşên li derî etîkî dike. Vêca, ji êrişên xwe re qilifan jî dibîne: Rojekê dibêjin KCK li Şingalê kantonê ava dike û ji Kurdistanê qut dike; rojekê jî dibêjin “biçin Kurdistana xwe azad bikin”. Eger, mesele were ser azadî û demokrasiyê; divê pirsa demokrasî û azadiya ku ew behsa wê dikin; çima nikarîbû pêşiya komkujîya Şingalê bigire? Dema DAIŞ´ê êriş kir, kîjan aqil û feraseta van êrîşan Şingal û Kurdên Êzîdî parast?
Gelo hûn zaravayê Hewramî, mafê Kurdên Feylî, Kerkûk û Herêmên Kurdan yên girêdayî Mûsilê li ku dera vî aqil û hişmendiyê dideynin? Ka li ku dera vê têgîna azadî û demokrasîyê heye?
Li Başûrê Kurdistanê ne ku demokrasî heye; lê fen û fûtên demokrasiyê hene, hilbijartin, hikûmet, parleman û sazîyên dozgerî, saziyên pîşeyî, yên civakî, kulturî û hemû tiştên dewletê hene. Lê ev mekanîzme tev di destê partîyekê de ye: Heman model û zihniyeta navenda Iraqê jî hebû, lê em dibînin ka aqûbeta wê çawa bû. Vê zihniyeta yekparêzî çi anî serê gelên li Iraqê.
Li ser kaxezê herêma Başûr Federe ye, lê ji navenda Hewlêrê her tişt tê birêvebirin. Dixwaze heta bi partiyên ku nava hevpeymanîyeke stratejîk de bûn jî biperçiqîne. Ti xwendingehek, sazîyek, mafê wî nîne kû rêvebiriya xwe dayne holê, lê li heman herêmê ji bo Tirkiye her tişt serbest û azad e. 24 sal in herêm bê Destûra Bingehîn tê birêvebirin. Dema rexne li vê sistemê tê kirin, bi êrişê tund re rû bi rû dimînin. Ev jî rê li guftûgoyên bi sihet digire. Mîna ku tişên ew dibêjin, piroz in û mirov nikarin li ser biaxivin, binirxînin û dîtinên xwe bibêjin. Êêêê “xwedê aqil bide we”, yên ji aql-i selîm bê par bin, wê netewe-dewlet û navendîbûnê jî pîroz bikin.
“Xwedê aqil bide we”, ev hevok timî dapîr û bapîrên me digotin. Bi nêrîna min, hevokek pir bi qîmet e. Bi taybet ji bo kesên ku li gorî aqil tevnagerin û dîtina xwe di ser her tiştî re dibînin, gotineke manedar e. Bê guman bav û kalên me, ji her kesî zêdetir û baştir dizanin nirxê hafizeya civakê çi ye. Ji ber kû di tevahiya dîroka mirovaniyê de, ji bo ku civak nekeve nava qalibên desthilatdaran û nirxên bi destên xwe, bi keda xwe afirandiye biparêze, berxwedan kirine, dîrok tijî ye ji berxwedanên bi rengên xwe yên ol, mezheb, felsefe, zanistên civakî û “ekol”-rewtên civakî û hwd.
Aqil, tiştekî wisa ye kû qaliban qebûl nake. Pîvana rast û çewtîyan datîne holê û her tim li riyên cûda û nûjen digere. Bi vî rengî guhertinan dike. Lê yên wan qaliban li ser civakê ferz dikin, di bin navên pîroziyan de, di rastiyê de xwe pîroz dikin û ji bo hebûna xwe mayînde bikin, xwe jî li ser civakê ferz bikin hemû rê û rêbazan mubah dibînin.
Dewlet û malbat ji van sazîyan in ku zêde xwe pîroz kirine û di aqilê mirovan de qalib ava kirine. Lê ev sed sal, sedsala gelan, jinan, ciwanan û civakê ye. Niha cîhan li ser tezên Birêz Ocalan niqaşan dike û weke tezên çareseriya gerdûnî ji bo kaos û kirîza cîhan û Rojhilata Navîn dibînin: ji bo kesên ku vê rastiyê nabînin, ez dibêjim; “xwedê aqil bide wan”.