Sivîlên du mehan ji ber zilma DAIŞ´ê li Reqayê asê mabûn, xwestin ku dengê xwe bighînin raya giştî û ji bo şervanên ku ew rizgarkirî jî gotin, ʺXwedê bi we re beʺ.
Di navbera me û cihê ku sivîl lê asê de 4 kîlometre mesafe hebû. Di berbanga sibehê de hîna wext ji hilatina rojê re mabû, me saet 5:00ʹan berê xwe da taxa Nezlit Şehade. Li taxê di malekê de piraniya wan jin û zarok, qedereê 200 kesîhebûn; dema me ew dîtin, tenê deh deqe di ser wê yekê re derbas bûbûn ku şervanan ew rizgar kiribûn.
Ka ez we maç bikim
Ev sivîl du mehan girtî û dîlê çeteyên DAIŞʹê mabûn. Van her du rojên dawiyê jî bê av û xwarin derbas kiribû. Tenê 100 metreyan dûrî cihê ew lê bûn, şer diqewimî.
Di kêliya destpêkê de dema em gihiştin cem sivîlan, em rastî kalepîrekî hatin. Ji ber şer parçe li dest û lingên wî kalî ketibûn û birîndar bû. Bawer nedikir ku ji mirine filitiye. Dema şervan di ber wî re derbas dibûn ji wan re digot ka ez we maç bikim. Li aliyê din şervanan hewl dida wî zû rakin nexweşxaneyê.
Di dilê wan de mabû
Sivîlan çawa em dîtin xwestin li pêşiya kamerayan êş û janên xwe bi raya giştî re parve bikin. Dayîkekê bi êş got, ʺDu kurên min mirinʺ. Sivîlekî dîtir jî ku keça wî ya nexweş di destê wî de bû got, ʺDerman tine bû. DAIŞ´ê destûr nedida ku em biçin nexweşxaneya El-Wetenî. Çeteyên DAIŞ`ê tenê destûr didan ku endamên wan li nexweşxaneya El-Wetenî werin dermankirin. Çeteyên DAIŞ`ê du mehan ava paqij a vexwarine li ser wan qutkiriye û sivîl ji bo biçin ji bîran avê ji xwe re bînin, mirina xwe dane ber çavên xwe. Li gorî agahiyên sivîlan, ew ji ber gemarê gurî bûne.
Xwe dan ber guleyên çeteyan
Hîna sivîlan êş û elemên xwe parve dikir, dengê guleyan hat. Şervanan got, em grûpa dîtir a sivîlan rizgar dikin.
Me berê xwe da qada şer. Di navbera şervanan û çeteyên DAIŞ`ê de şer giran bû. Çeteyan dixwest li pêşiya sivîlan bibin asteng û hewl didan ku mayînan li pêşiya sivîlan deynin. Şervanan jî dixwest ku bala çeteyên DAIŞ`ê bikşînin ser xwe û sivîlan rizgar bikin.
Ji bo sivîl ji guleyên çeteyan rizgar bibin, şervan ketibûn nava liv û tevgerê. Ji aliyekî ew diparastin û ji aliyekî dîtir ve jî bi wan re dibûn alîkar. Zarokên wan radikirin û piştî ew ji qadên şer dûr dixistin, ew li erebeyan siwar dikirin û rêdikirin herêmên ewle.
Li beramberî fedakariya şervanan, rûkenî û lîlandina jinan hêjayî her tiştî bû. Hinek jinan nikarîbû xwe ragirin û rondik ji çavên wan dihatin xwarê. Heyanî mesafeteke dûr, sivîlan ji şervanan re îşareta serketine dikir û digot; ʺXwedê bi we re beʺ.
WARŞÎN SALIH/ANHA/REQA