Li Elmanya, Awusturya û Fransayê çalakiyên xwedîderketina li berxwedana greva birçîbûnê û rojiya mirinê pêk hatin. Di van çalakiyan de doza bidawîkirina tecrîdkirina Ocalan hat kirin.
Li bajarê Elmanyayê Freiburgê ji bo ku balê bikişînin ser greva birçîbûnê û rojiya mirinê ya li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi beşdariya endamên Meclîsa Jinan a Nûda û Navenda Civaka Kurd a Demokratîk çalakiyek pêk hat. Di çalakiyê de rewşa krîtîk a greva birçîbûnê û rojiya mirinê hate destnîşankirin.
Çalakiya jinên ciwan û xwendekar
Li bajarê Elmanyayê Darmstandê jî Jinên Ciwan ên Azad û Jinên Xwendekar ên Kurdistanê (JXK) ji bo xwedîderketina li grevên birçîbûnê û rojiya mirinê li 3 deverên cihê çalakî kirin. Jinên ciwan 3 meydanên cihê bi bantên sor girtin, li ser erdê xetên otopsiyê xêzkirin û ji bo ku bala mirovan bikişînin ser mijarê belavok bi bandê ve kirin.
Di mîtînga CDU´yê de çalakî
Li bajarê Elmanyayê Duisburgê jî di mîtînga CDU’yê de tecrîdkirina Ocalan hate şermezarkirin. Çalakî ji aliyê ciwanên Kurd û Elman ve hat kirin. Ciwanan dema ku Seroka CDU’yê di mîtîngê de diaxivî, pankarta li ser nivîsandî ‘’,7000 kes di geva birçîbûnê de ne’’, ‘’Piştevanê Kurdên di greva birçîbûnê de bin’’ hilgirt.
Li Graz û Parîsê jî peyama tecrîdê rakin
Li bajarê Awusturyayê Grazê jî Kurdistanî li meydana Sudtirolerplatz hatin cem hev û ji bo balê bikişînin ser greva birçîbûnê û rojiya mirinê mîtîngek li dar xist.
Di mîtîngê de pankarta li ser nivîsandî ‘Grevên birçîbûnê yên ji bo Abdullah Ocalan dewam dikin’ hilgirt. Çalakgeran her wiha alayên PYD, YPG û YPJ’ê û wêneyên Ocalan hildan.
Bi pêşengiya CDK-Fransa û TJK-Fransa yê jî li Meydana Republique a Parîsê mîtîngek hate lidarxistin. Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (NCKD) a Parîsê Necmettîn Demîralp di mîtîngê de li ser tecrîdê û grevên birçîbûnê axivî û bêdengiya Ewrûpayê rûreş kir.
NAVENDA NÛÇEYAN