METÎN YOKSU / MA/ÊLIH
Dengbêj Mihemedê Xato (Holî) yê bi dengê xwe yê xas û kilamên xwe tê nasîn, beriya bi mehekê wefat kiribû. Wî wesiyet kir ku xwedî li dengê wî û dengbêjiyê bê derketin.
Dengbêjan her tim dîrok û wêjeya devkî ya Kurdan li ser pêya hiştiye. Yek ji van dengbêjan jî Mihmedê Xatî ango Mihemedê Holî bû. Dengbêj Mihemedê Xato, beriya bi 83 salan li gundê Holê yê ser bi navçeya Êlihê Hezoyê hatiye dinê. Dengbêj Mihemedê Xato 10’ê Îlona bihurî ji ber nexweşiyê wefat kir. Dengê wî weke mîrateyekê li pey wî ma. Di temenekî ciwan de ew dest bi kilambêjiyê dike û li gel dengbêjiyê karê cotkariyê jî dike. Di heman demê de hosteyê dîwarlêkirinê bûye. Bi vî awayî debara malbata xwe dikir. Dengbêj bavê 9 zarokan bû û seranserî jiyana xwe bi dengê xwe yê xweş ruh da kilaman û qîr kire kilaman. Li herêma Êlihê yek ji dengbêjê herî naskirî bû.
Dengekî wî yê xas û kilamên wî çêkirine hene. Tê gotin, heta carinan Mihemedê Holî bi dengê tesîr li dengbêjê nemir Şakiro jî kiriye. Daxwaziyek wî hebûye ku dengbêjekî bigihîne û ji bo dengê wî winda nebe, dixwest li dengê wî xwedî bê derketin. Û wesiyeta wî ya herî mezin jî ew bû ku xwedî li çanda dengbêjiyê bê derketin.
5 kasetên wî tomarkirî ne
Malbata Mihemedê Xato dibêje, 5 bandên wî hebûne, lê tenê 3 band di destê wan de hene. Hevjîna wî Xanim Akbaş diyar dike ku hevjînê wê di zarokatiya xwe de dest bi dengbêjiyê kiriye û bêyî ku mamosteyekî wî hebe ji ber xwe ve fêrî dengbêjiyê bûye.
Xanim Akbaş zanyariyê dide û dibêje, hevjînê wê xwe bi xwe dengê xwe bi pêş xistiye û wiha dipeyive: “Carinan ji min re qala wê yekê dikir ka çawa bi dengbêjî kiriye. Bi rastî jî kesayetek jîr û serketî bû. Jibera wî bi qewet bû. Herêma Bekiran hemûyî (Bekirî) ji bo lê guhdarî bikin diciviyan. Tevahiya jiyana xwe ya dengbêjiyê nexwest ku qirûşek pere kar bike. Ti armanceke wî ya wiha jî tine bû. Armanca wî ew bû ji bo xelkê xwe bi kilaman êş û azarê wan bîne ziman.”
Repertuwara herî kêm 100 kilam
Xanim Akbaş tîne ziman ku hevjînê wê carinan bi dengbêjên din re diciviya û dibêje, “Herî kêm bi 100 kilamî dizanibû. Yek ji dengbêjê Bekiran ê herî zêde bi kilaman dizanî ew bû. Şakiro xeber jê re şandibû û gotibû, wî nav û dengê Mihemedê Xato bihîstiye û bila çend kilamên xwe jê re bişîne. Dengbêj Mihemed jî çend kilam ji Şakiro re şandin. Digotin, Şakiro jî heyranî dengê Mihemed dimîne. Min Şakiro nedît, lê nizanim Mihemed ew dît yan nedît.”
Dixwest kurê wî bibe dengbêj
Xanim Akbaş wiha qala têkiliya xwe û hevjînê xwe dike: “Me bi kilamê wî emrek derbas kir û me zarokên xwe li ber dengê wî mezin kirin. Tenê daxwaziyek wî hebû, dixwest ku cihê dengê wî û dengbêjiyê di nava vê çandê de bimîne. Dixwest, dengbêj bi qedr û qîmeta wî zanibin. Çimkî bi saya serê dengbêjan ev çand hatiye heta roja me ya îro. Her tim dixwest zarokekî wî bibe dengbêj, lê kes nebû dengbêj.”
Dildarê çanda Kurdî bû
Kurê biçûk yê Mihemedê Xato, Nedîm Akbaş ê 40 salî diyar dike ku ew bi deng û kilamên bavê xwe mezin bûye: “Bi xêra bavê xwe ez hînî çend kilaman bûm. Bavê min nefesa hemû di ber dengbêjiyê de berda. Çavên wî ne li pera mera bûn. Ji bo wî tişta hêja û bi nirx dengbêjî û çanda Kurdî bû. Niha tenê ji wî çend band û çend dîmenên belgefilman mane. Mîrateya xwe tenê ne ji me re hişt, ji bo gelê Kurd hemûyî hişt. Nedixwest dengê wî winda bibe. Digot ‘bila tenê ne li dengê min xwedî derkevin, bila li dengê hemû dengbêjan derkevin.’ Ev wesiyetek bû ku Şakiro jî di bin bandora xwe de hiştiye ye. Ez dibêjim, em xwedî li çanda wan derkevin.”