Cemîl Bayik der barê êrişên dewleta Tirk dibe ser gorên gerîlayan got, li cîhanê ti desthilatdariyê êriş nebiriye ser goristanan, vê tenê Tirk dikin.
Bayik xwest her kes xwedî li goristanan derkeve û ji dayikên li ber goran nobetê digirin got, têm destê wan, xwedîderketina li goran erka her kesî ye.
Beşa duyemîn a hevpeyvîna bi Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik re, di televîzona Stêrkê de hat weşandin.
Em ê jî li vir cih bidin beşekî axaftina Bayik a der barê êrişên dewleta Tirk li ser qebrên gerîlayan.
“Gerîla li dijî qirkirina dewleta Tirk têdikoşe. Ev têkoşîn çil sal in didome. Ev berxwedaneke dîrokî ye. Di dîroka gelê de Kurd de ti carî berxwedaneke wisa dûr û dirêj û evqasî guhertin û serkeftin çênekiriye. Li Kurdistanê çi çêbûye bi gerîla çêbûye, bi şehîdan çêbûye. Ji ber wê jî gelê me xwedî li gerîla derdikeve. Gerîla li dijî şerê qirêj ê dewleta Tirk têdikoşe. Dewleta Tirk li dijî gelê Kurd û hêzên demokrasiyê vî şerê qirêj dike. Dewleta faşîst û qirker a Tirk şerekî taybet, psîkolojîk û bêsînor li dijî gelê Kurd û hêzên demokrasiyê dimeşîne. Ev dewlet li ser şerê taybet hatiye avakirin. Her dem şerê psîkolojîk û şerê taybet dimeşîne. Her dem ji xwe re dijminan çêdike, tinebe jî çêdike. Heke vî şerî nemeşîne, ev dewlet nikare li ser pêyan bisekine. Gerîla li dijî vî şerî têdikoşe û vî şerî pûç dike. Gerîla nahêle ku ev şer encamekê werbigire û qirkirina li ser Kurdan temam bibe, nahêle ku li Tirkiyeyê hêzên demokrasî û azadiyê tasfiye bibin. Ruh dide gelê Kurd, dide gelê Tirk û dide hêzên demokrasiyê. Ji ber vê jî wesfekî pîroz pêk tîne. Ji ber vê jî ez careke din gerîla pîroz dikim.
Gor hafizeya gelê Kurd in
Niha, gora Seyîd Riza, Şêx Seîd û yên wekî wan hene yan ne? Kes nizane li ku ne. Ê niha jî êrişî goristanan dikin. Dixwazin goristanan tine bikin. Yanî siyaseta ku berê li dijî Kurdan dikirin, niha dikin. Li dijî Şêx Seîd, Seyîd Riza çi siyaset kirin, îro jî wê hê zêde kûrtir û hê eşkere dikin. Tê zanîn di dîrokê de yê ku li dijî dagirker û qirkerên Tirk tekoşîn kirine, wextê ku girtin birin ber sêdarê; wan di axaftinên xwe yên dawî de çi gotin; digotin ‘Ewladên me neviyên me, wê vê têkoşînê bidomînin’. Gerîla, PKK vê pêk tîne. Eger ku dewleta Tirkiye desthilata AKP-MHP’ê êrişî goristanan dike, texrîb dike. Ji bo wê dike. Yanî tolê wer digire. Dibêjin; ‘Hûn çawa daxwaziyên Şêx Seîd, Seyîd Riza wana pêk tînin. Divê hûn pêk neyînin.’ Ji bo wê êriş dikin. Êrişî goristanan kirin, êriş tenê li ser şehîdan e, li ser malbatên wan in; di şexsê wan de êrişî tevahî gelê Kurd dike. Nirxên Kurd, nasnameya Kurd dike. Dixwazin bi navê Kurd û Kurdistanê çi heye ji holê rakin. Siyaseta qirkirinê dimeşînin. Ji ber ku goristan hafizeya gelê Kurd, zanabûna gelê Kurd e. Ruhê gelê Kurd e. Nirxê gelê Kurd e. Ji ber ku yên ku Kurd ji mirinê rakir ser piyan. Yê ku Kurd kiriye Kurd û xweşik kiriye. Dibêjin; ‘We nehişt ku em Kurdan tine bikin. We Kurd rakirin ser piya xweşik kir.’ Ji bo wê êrîş dike û tolê distîne. Ji bo wê êrîş dike.
Xwedîderketin erka her kesî ye
Eleqeyê wan bi mirovahiyê, bi Îslamiyê nemaye. Vê didin nîşandan. Ji bo wê ne tenê lazim e, malbat şehîdan li goristana xwedî derkevin. Li dijî dagirkeriyê bisekinin. Yên ku dibêjin Misilman im, yên ku dibêjin baweriya min bi ol heye. Olê xwe mezhebê xwe, terîqeta xwe çi dibe bila bibe, divê li dijî siyaseta ku dewleta Tirkiye li ser goristanan dike, bisekine. Yên ku ne sekine, mirov zane çi eleqeya wî/ê bi mirovahiyê, bi nirxê mirovahiyê û bi olan nîne. Bi taybet jî Tirkiye bi piranî Îslam e, eleqeya xwe bi Îslamiyetê nemaye. Di Îslamiyetê de tiştekî wiha nîne. Rêzdariya goristanan girtin heye. Îro em dibînin, nahêlin ku gel cenazeyê xwe bi çanda xwe, rakin. Bi wecîbeyên olî veşêrin. Cenazeyan didizin. Bê malbat, dibin vedişêrin. Nahêlin ku îbadetên xwe pêk bînin. Li goristanê jî rehet nahêlin, vedikin, hestiyên wan dibin, winda dikin. Gorên wan winda dikin. Yanî bi navê Kurda tiştek nemîne. Weke şehîd Şêx Seîd, Seyîd wana. Wê siyasetê dikin. Ji bo wê yê ku dibêje dibêje ez misilman e, taybet divê vê zilmê qebûl neke. Ji ber ku Îslameyet vê qebûl nake. Çawa yê dibêje ez Misilmanim vê qebûl dike, li dijî vê nasekine. Lazime bisekine. Ew tenê wezîfeya Kurdan e. Erka yê dibêje ez mirov im. Yê ku dibêjin ez Kurd im, yê ku dibêje ez demokrat, sosyalîst, misilman, xiristiyan im; ev erka her kesê ye.
Hêrsa xwe mezin bikin
Niha nihek dayikên me, ji bo ku goristanên wan neyên xirakirin, diçin nobedê digirin. Dîsa dewleta dagirker ji malbatan re dibêje lazime hûn kêlên gorên xwe rakirin, nivîsan hûn jê bibin. Mimkune hinek malbat bêjin; bê ku ew bikin, em bi xwe bikin. Em vê zilmê nebînin. Ev şaş e. Lazim e ku kes raneke. Her kesek jî li goristanan xwedî derkeve. Rê nedin ku bên texrîbkirin. Erê, tankên wan hene, teyare, helîkopterên wan hene. Dikarin belkî xira bikin. Bila xirabe bikin. Ew ti carî wan nirxan biçûk nakin. Hê mezintir dike. Lazim e gelê me jî ew malbat jî vê baş bizanin. Hestên xwe mezin bikin. Ew bibe sedemê hêrsê. Ku bû sedema hêrsê, têkoşîn mezin dibe, ew nikarin bikin. Eger hêrs nebe, tek tek kes li dijî derkeve, ew li wir cesaretê digirin. Ji bo wê divê gelê me li dijî wê bi hemû derfetên xwe bisekine.
ANF/BEHDÎNAN