
´Çima bêdengî heye?´
Serokê TEVDA'yê bal kişand ser kiryarên DAIŞ'ê yên li hemberî Mesîhiyên li Mûsilê û Şîa'yên li gelemperiya Iraqê û ev xeteriya roja îro ya li ser Êzidiyan şiband 72 fermanên beriya niha bi ser Êzidiyan de hatine. Seîd da xuyakirin ku eger DAIŞ biryarê bide êrîşê Şengalê bike wê bi hêzeke gelekî mezin êrîş bike û ji bêdengiya Kurdên Êzidî yên li Ewropa û Rusyayê gazin kir û wiha got: "Cihê rexneyê ye, me heta niha der barê mijarê de ji rêxistinên xwe yên li Ewropa, yên li Rusya, yên li Ermenîstanê tu daxuyaniyeke piştgiriyê nebihîstine. Ev cihê rexneyê ye. Em ji Êzidiyên li derve dijîn û xwedî derfetan e dixwazin ku hin tiştan ji bo Şengalê bikin. Dengê xwe bigihêjînin cîhanê ku ev civak bi salan hatiye qetilkirin, ferman li ser wan rabûye îro jî dîsa heman tişt, ew ferman li ber derî ye. Êzidî îro di xeteriyeke mezin de ne."
4 Êzîdî wenda ne
Serokê TEVDA'yê Seîd Hesen Seîd bal kişand ser rewşa 4 endamên TEVDA'yê yên beriya 8 rojan li Xanesorê ji aliyê hêzên ser bi Partî Demokratî Kurdistan (PDK) ve hatin girtin û ji hingî ve hay ji wan nîne û destnîşan kir ku di rewşeke her çar aliyên Şengalê ji aliyê komên DAIŞ'ê ve hatine dorpêçkirin de, helwesteke bi vî rengî rast nabînin û qebûl nakin. Seîd da zanîn ku tevî ku wan gelek caran serî li Asayîşa Şengalê û rayedarê pêwendîdar dane jî, berpirs naxwazin bi wan re rûnên û ev nêzîkatî jî li cem wan rê li ber gumanan vedike.
´Hebûna me qebûl nakin´
Serokê TEVDA'yê bibîr xist ku TEVDA beriya niha bi 10 salan hatiye avakirin, lê belê heta niha bi awayekî fermî nekariye îcaza xwe ji herêma Kurdistanê bigire û got, "Ewqasî partî û rêxistinên Kurdî hene li herêma Kurdistanê lê em weke tevgereke Êzidiyan me nekarî îcaze û resmiyeta xwe ji parlamenta Herêma Kurdistanê bigirin. Lê weke resmî, îcaza me li Bexdayê li Mûsilê hebû, lê îro pêwîste resmiyeta TEVDA li herêma Kurdistanê jî bê qebûlkirin û bikarine li nava tevahiya gelê Şengalê karê xwe birêve bibe. Û bikaribe bixebite li nava miletê xwe de." Seîd li ser navê TEVDA û gelê Şengalê, bi taybetî jî civaka Êzidî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê jî şermezar kir û berxwedana gelê Kurd ali Kobanê silav kir.
XEYRÎ KIZILER/ŞENGAL