Di merasîmê de sekreterê Giştî yên Konseya Ewropayê Thorbjorn Jagland û Serokê Giştî yê Konseya Herêma Alsace, Philippe Richert axaftinek kir.
Richer di axaftina xwe de wiha got: “Em piştgiriyê didin Şaredara Wêranşarê Leyla Guven ku kurd e û li Tirkiyeyê şexsiyeteke siyasî ya ku têkoşîna demokrasiyê dimeşîne. Guven di sala 2009’an de di hilbijartinên herêmî de bi dengên gel hatiye hilbijartin û piştre jî weke endama heyeta Tikriyeyê ya Kongreya Rêveberiyên Xwecihî û Herêmî ya Konseya Ewropayê (RXHKE) hatiye qebûlkirin. Guven tenê carekî tevlî runiştina RXHKE bû û piştre bi hinceta ku “têkiliya wê bi PKK’ê re heye”, di heman salê de hate girtin.
Sekreterê Giştî yê Konseya Ewropayê Thorbjorn Jagland jî got: “Rayedarên dewletê û rêveberê siyasî divê vê fêm bikin; pêşeroja demokrasiyê heye lê ya dîktatoriyê tune!”
Ev herêma Fransayê ji bilî Şaredara BDP’ê ya Wêranşarê Leyla Guven, rojnamegera Tûnisê Lîna Ben Mhennî ku li ser înternetê pêşengiya şoreşa Yasemîn kir, serokê komîsyona mafê mirovan Sîma Samar, parlamenterê muxalîf yê Bahreynê Îbrahîm Mattar jî tevlî vê hewldanê kir.
ANF/STRASBOURG