Mam Zekî Şengalî di yekemîn salvegera şahadeta xwe de li Çiyayê Şengalê hat bi bîr anîn. Tevî malbatê, nûnerên saziyên Şengalê, şandeyên Rojava û Ewrûpayê û bi sedan şêniyên Şengalê amade bûn.
Endamê Kordînasyona Civaka Êzidî û endamê Konseya Rêveber a KCK´ê Îsmaîl Ozden bi nasnav Mam Zekî Şengalî di yekemîn salvegera şahadeta xwe de li Çiyayê Şengalê hat bibîranîn. Mam Zekî Şengalî 15’ê Tebaxa 2018’an, dema ji bîranîna qurbaniyên komkujiya gundê Koço yê Şengalê vedigeriya, bibû hedefa bombebarana balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker û şehîd bû. Di yekemîn salvegera şehadeta Mam Zekî de, di serî de Şengal li gelek navendan çalakiyên bîranînê tên lidarxistin. Doh li Şengalê destpêkê xêra Mam Zekî hat belavkirin. Pîştî belavkirina xêrê gora Mam Zekî ya li Goristana Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan a li ser Çiyayê Şengalê ye hat ziyaretkirin û find hatin pêxistin. Di serdanê de malbata Mam Zekî Şengalî, nunerên sazî û dezgehên Şengalê, şandeya Rojavayê Kurdistanê ku ji nunerên TEV DEM, Mala Ezidiyan a Cizîrê, endamên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, Saziya Malbatên Şehîdan a Rojava pêk dihat û şandeya ji Ewrûpayê jî amade bûn. Paşê li herêma Serdeştê ya Çiyayê Şengalê ji bo bîranîna Mam Zekî çalakiyek hat organîzekirin. Di çalakiyê de ji bilî malbata Zekî Şengalî, nûnerên saziyên Şengalê, şandeyên Rojava û Ewrûpayê û bi sedan şêniyên Şengalê amade bûn. Di dema bîranînê de gelek axaftin hatin kirin.
Dijmin negihîşt armanca xwe
Jinên endamên Tevgera Azadiy Jinên Êzidî (TAJÊ), bi minasebeta yekemîn salvegera şehadeta Mam Zekî Şengalî behsa ked û têkoşîna wî kirin. Endama TAJÊ Hezar Mendodi di şexsê Mam Zekî de şehîdên şoreşê hemû bi bîr anî û got; “Dijmin xwest bi hedefgirtina Mam Zekî re hebûn û yekîtiya civaka Êzidî tune bike. Ji ber ku hemû ked û xebata Mam Zekî li ser yekîtiya Êzidxanê bû. Dijmin negihîşt armanca xwe. Ji ber ku îro bi dehan Mam Zekî derketine û ji bo xweseriya Şengalê têdikoşin. Weke jinên Êzidî ji bo tifaqa civaka xwe tişta lazim em ê bikin.”
Sitûna tifaqa me bû
Endama Meclîsa TAJÊ Neam Elyas jî nerînên xwe wiha anîn ziman: ”Şehadeta Mam Zekî ji bo civaka Êzidî gelekî giran bû. Şehîd Zekî baweriya me û sitûna tifaqa me bû. Salên dirêj Mam Zekî bê navber kar meşand û xwest civaka Êzidî yekîtiya xwe ava bike. Meha Tebaxê ji bo me gelekî girîng e, ji bo em karibin bibin bersiva êrişan, pêwîst e ku em xwedî li xeyalên Mam Zekî Şengalî derkevin.”
Bi sedan Derwêş û Edûlê hene
Jina bi navê Xerîb Reşo ku li Serdeşta Çiyayê Şengalê dimîne jî, hest û nerînên xwe wiha anîn ziman: “Di nava Civaka Êzidî de Mam Zekî xwedî kedeke mezin bû. Bi taybet ji bo yekîtî û tifaqa Êzidiyan roj bi roj ked da û xebat meşand. Şehîd Mam Zekî dixwest bi yekîtî û tifaqê jiyanek nû di nava Êzidiyan de ava bike. Mam Zekî Şengalî bi sekin, hevaltî û danustendinên xwe di dilê me hemûyan de cih girt. Heta yek keç û xortên me hebin, em ê heyfa Mam Zekî hilînin. Edî di YBŞ/YJŞ’ de bi sedan Derwêş û Edûlê yên me hene ku tola Mam Zekî rakin”.
ŞENGAL