KURDÎ-DER û DISA (Enstîtuya Diyarbekirê bo Lêkolînên Siyasî û Civakî) ji bo Roja Zimanê Dayikê ya Cihanê li Odaya Bazirganiyê panelek li dar xist. Sererokê Berê yê Baroyê Prz. M.Emin Aktar, Hîndekarê Zanîngeha Dîcleyê Vahap Coşkun, ji rojnameya Radîkalê Nazan Ozcan, Dayikên Aştiyê, mamosteyên KURDÎ-DER'ê gelek akademîsyen, rewşenbîr û aktivîstên ziman başdarî panelê bûn. Axaftvanên panelê, ji zanîngeha Sabanciyê Şerîf Derînce, Serokê KURDÎ-DER'ê Sebahattin Gultekîn û Handan Çaglayan li ser "Veguhezîna zimên a di navbera nifşan de" raporên xwe pêşkêş kirin. Di axaftina vekirinê de Vahap Çoşkun li ser giringiya perwerdeya zimanê zikmakî sekinî û axaftvanan dest bi rapor û axaftinên xwe kirin.


Têkoşîna ziman dan

Serokê Giştî yê KURDÎ-DER'ê Sebahattin Gultekîn li ser polîtikayên yekperestî ya Komara Tirkiye'yê sekinî. Gultekîn anî ziman ku piştî komar ava bû ji her kesî re got hûn tirk in, lê gele kurd ji ber dewlemendiya çand, huner û zimanê xwe nehişt ku ev polîtîkayên yekperest bigihêje armanca xwe. Gultekîn, li ser destpêkirina xebatên li ser kurdî sekinî û avakirina Entîtuya Kurdî ya Stenbolê û Navenda Çanda Mezpotamyayê jî di warê pêşketina kurdî de wekî mîladek dît.

Dewlet ne ji dil e

Gultekîn, polîtikayên dewletê yên li hember kurdî rexne kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: " Niha dewlet bi gavên xapînok dixwaze kurdan bixapîne. Wekî dersên bijarte, di Zanîngeha Artûklûyê de beşên Kurdolojiyê û herî dawîn jî di dibistanên taybet de bi peretî hînbûna ziman datîne pêşiya kurdan. 50-60 hezar kes di vê rêyê de jiyana xwe ji dest dan. Wan ji bo van gavên xapînok jiyana xwe ji dest nedan. Heke dewlet dixwaze gavan biavêje divê ji kurdan bipirse û li gorî wî gavan biavêje." Gultekîn dawiya axaftina xwe de jî pergala perwerdehiya heyî ya dewletê rexne kir û got: "Divê ev pergal were guhertin. Li hember vê pergalê divê pergala alternatîf jî hebe."

Divê dewlet derfetan bide

Akademîsyen Şerîf Derînce jî behsa giringiya perwerdehiya zimanê zikmakî kir û wiha axivî: "Heya naveroka perwerdehiyê neyê dagirtin encama ku tê xwestin nayê girtin. Dema perwerdehiya ziman dest pê bike jî divê ev perwerdehî bi destê desthilatdaran ve neyê birêvebirin, da ku pergal baş di cihê xwe de rûnê. " Derînce, li ser zimanên ku ji mêj ve tên qedexekirin li hember kijan astengiyan re rû bi rû dimîne jî sekinî û got: "Zimanên ku mêj ve tên qedexekirin xwe ji pergala mêtingeriyê nikarin zû bi zû rizgar bikin."

Bandora qedexeyê pir e

Akademîsyen û lêkolîner Handan Çaglayan jî der barê taslaka rapora xwe ya bi navê "Di heman malê de zimanên ji hev cuda" de agahî da û li ser bandora pişavtinê axivî. Çaglayan anî ziman ku dema zimanek tê qedexekirin windahiyên mezin li ser civakê û zîmên dike. Dema em li zimanê kurdî dinerîn, niha hinek ev xetere ji hêla tevgera azadiyê ve ji holê hatiye rakirin. Dema em lê dinêrin di nav siyasetmedarên kurdan de rewşa ziman tê niqaşkirin. Her tim di rojeva wan de ne. Lê ev tenê têrê nake. Divê di destpêkê de di nav gel de ev hişmendiya ziman bê rûniştin û ji dibistana seretayî heta zanîngehan ev ziman bibe zimanê perwerdehiyê." Piştî axaftinan panel bi pirs û bersivan bi dawî bû. 

DÎHA/AMED