
Sariyildiz da xuyakirin ku ji her demê bêhtir divê ew xwedî li kampanya xwedîderketina malbatan a li hev, derkevin û got: “Em li her cihî, sûcên li dijî mirovahiyê yên li dijî gelê me hatine kirin, vedibêjin. AKP û Erdogan ne tenê li serê gelê me bûne bela. Eger pêşî lê neyê girtin wê bibe belaya serê tevahiya Ewrûpayê. Hê doh li Erdîşê jinek di mala wê de bi saxî şewitandin. Ji bilî zilmê tiştek di destê Erdogan de nemaye. Çiqasî zilmê dike, ewqasî jî bi tenê dimîne, bêhna genî jê tê û teşhîr dibe.”
143 cenazayên şewitandî avêtiye çemê
Li ser rayedarên Ewrûpa yên ku mîna Serokê Parlamenta Ewrûpayê Schultz dibêjin, haya ji rewşê heye jî got, “Lê belê hay jê hebûn, têra pêşîgirtina li zilmê nake. Lazim e Ewrûpa bi danekirinan helwêsta xwe li dijî Erdogan nîşan bide.”
Sariyildiz bi bîr xist ku dewleta Tirk pirraniya cenazeyên 143 kesên şewitandî avêtiye çemê Dicle û got, gelê Kurd wê vê yekê ti carî ji bîr neke, cîhanê jî ji bo xatirê têkiliyên xwe yên aborî û siyasî dengê xwe li vê komkujiyê nekir.
Gelo em dikarin bi dilrehetî bijîn?
Faysal Sariyildiz îşaret bi girîngiya xwedîderketina li malbatên deverên berxwedana birêveberiyan kir û wiha peyivî: “Gelê me gelekî bi rûmet e, ku ji nêza bimire jî wê ti carî serî li ber dijmin netewîne. Lazim e gelê me û dostên me yên li dîasporayê, bi vê bîr û baweriyê tevbigerin û fedakariyê bikin. Di rewşekê de ku ev zilm û zordarî li xwişk û birayên me tê kirin, gelo em dikarin bi dilrehetî bijîn? Zivistan tê, cih nîne ku gelek mirov lê bistirîn. Kêfxweşî jî, êş jî yên me ne. Ji bilî me kesekî me nîne.”
HAMBURG