
Felat bi karê di nava hêzên Asayîşê de bes nekir û di gelek karên rêxistinî yên bajêr de cihê xwe digirt. Felat karên bajarê Hesekê, birêxistinkirina bezînxaneyan û belavkirina gazê dikirin. Têkoşer Felat bi baweriya xwe ji bo parastina hemû pêkhateyên herêmê ji çeteyan û fikrê wan ê bê exlaqî û nemirovî, di sersala 2013’an de beşdarî nava hêzên YPG’ê bû. Felat beşdarî şerê li bajarê Til Temir û gundên wê û gundê Tiwêna bû û bi lehengî di van şeran de bi ser ket. Her wiha bandora wî di şerê li dijî çeteyan li devera El-Sed ku di 27’ê hezêrana 2013’an de û rizgarkirina wê gelekî hebû.Têkoşer Felat bi lehengiya xwe û xurtbûna xwe ya canî navdar bû, çeka ku dixawst bi kar bîne tenê Doçka bû.
Piştî ku berê xwe da herêma Girkê Legê ji bo ku beşdarî şerê li gundê El-Yûsifiyê bibe, rastî êrîşeke komên çete hat. Di pevçûnan de çeka wî ya doçka ket destê çeteyan û dema hewl da çeka xwe vegerîne, hevalên wî nehiştin, lê wî şêwrên hevalên xwe negirtin û got: “Şehadet an şehadet” Li ser vê yekê li hemberî çeteyan ber xwe da, di encamê de di çoga xwe de birîndar bû û gihîşte çeka xwe, ji bo ku çeka xwe venegerîne û ji cihê xwe dernekeve çeteyan bi bombeyeke destan avêtin wî, di encamê de jiyana xwe ji dest da û çeka wî jî hate rûxandin. Di 7 Tebaxê de nûçeya şehadeta Felat ji malbatê re hat, şervanên YPG’ê piştî çend rojan tola şehîdên wekî Felat hildan û cenazeyê Felat vegerandin. Di 7’ê Îlonê de cenazeyê Felat bi merasîmekê li Goristana Şehîd Îsmaîl a bajarê Amûdê sipartin axê.
ANHA/AMÛDÊ