Weşanxaneya Aramê ku beşdarî 21’emîn Fuara Pirtûkan a Îzmîrê ya bi hevkariya Yekîtiya Weşangerên Tirkiyeyê û TUYAP’ê ve hate organîzekirin bû, bi weşanên xwe yên dewlemend ve balê dikişîne. Beriya du rojan fuar bê vekirin li Kirşehîrê 3 hezar û 959 pirtûkên Weşanxaneya Aramê bêyî ku li naveroka wan bên mêzekirin, hat desteserkirin. Di nava pirtûkên ku herî zêde balê dikişînin û tên firotin de pirtûkên Ocalan û pirtûkên gerîla hene.
Xwendevan xwedî li Aramê derketin
Xwendevanê weşanxaneya Aramê Sînan Demîr diyar kir li dijî vê nehiqûqiyê bêhtir piştevaniyê didin Weşanxaneya Aramê û wiha axivî: “Em jî îro bi hevalên xwe yên dibistanê re hatin fuara pirtûkan. Yekemîn rawestgeha me bû weşanxaneya Aramê. Ji ber ku hemû pirtûk bi awayeke neheq hatin dasteserkirin.”
Welatiyê bi navê Turan Yildiz jî destnîşan kir ku li fuarê bi sedan weşanxane hene lê tenê pirtûkên weşanxaneya Aramê tên desteserkirin û ligel hemû astengiyan jî weşanxaneyê pirtûkên xwe gihandiye xwendevanan. Yildiz nirxandina “Ev salek e em li benda vekirina fuara pirtûkan in. Desteserkirina pirtûkan neheqî ye” kir.
Li dijî astengkirinan piştevanî
Xebatkarê Weşanxaneya Aramê Denîz Babîr jî got ku ligel hemû astengiyan jî xwe gihandina xwendevanan. Babîr diyar kir ku ligel desteserkirina 3 hezar pirtûkên wan jî gel bêhtir xwedî li wan derketine û nirxandina “Dê heta roja yekşemê fuar vekirî be. Em li benda piştgiriya hemû gelê xwe ne.”
ÎZMÎR