Girseya ku li ber fakulteya wejeya fenê kom bû bi wêneyên mezin yên Ceylan Önkol, Uğur Kaymaz, Enes Ata û Behzat Özer’ dest bi meşê kir..Her wiha pankartên ku li ser wan nivîsên kirinên hukûmeta AKPê şermezar dike jî hatin vekirin. Xwendekaran piştî meşê daxuyanî dan çapemeniyê. Bariş Ataç li ser navê xwendekaran daxuyanî da got, di ser bûyera kuştina Ugur û bavê wî de demek dirêj derbas bû, lê hîna jî kujer nehatine girtin. Ataç anî ziman ku ji ber ku zarok têne kuştin hêrsa gel kêm nabe û heta dad bi cîh bê dê tekoşîn dewam bike.. Xwendekaran piştî daxuyanî dan deh deqe jî çalakiya rûniştinê lidarxist û paşî belav bûn.

MÊRDÎN